Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin 2024-02-14 16:23:37   NAVENDA NÛÇEYAN - TMMOB’ê giliyê berpirsyarên karesata madenê ya li navçeya Licikê kir.    Duh li navçeya Licik a Erzînganê di madena zêr de hezaz çêbû û 9 karker di bin axê de man. Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) giliyê berpirsyarên karesatê kir. TMMOB’ê daxwazname pêşkeşî dozger kir û xwest ku ji Şîreketa Anonîm a Madenvanî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Anagoldê û rayedar û rêveberên wê, ji rayedarên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yên venêrîna herêmê kirin, rayedarên têkildarî projeyê destûr dayîn û pêvajoyên venêrînê meşandin, Waliyê Erzînganê û rayedarên walîtiyê bên cezakirin.    Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku têkildarî xetereyên projeyê gelek caran doz vekirine û raporên teknîkî pêşkeş kiribûn lê belê ne wezaretê, ne îdareya herêmî ne jî dadgehê guh nedaye hişyariyên wan û rê li ber karesata îro vekirine.