Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn 2024-02-15 08:49:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya û di encamê de 4 jê giran bi giştî 19 rêwî birîndar bûn.    Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 05 ACF 108 a ji hêla ajokar M.K. (54) ve dihat ajotin û aydê fîrmaya MÎS Turîzmê ku ji navçeya Tarsus a Mêrsînê ber bi Amasyayê ve diçû, li nêzî gundê Battal ê li ser rêbeja Yozgat-Kayseriyê ji kontrolê derket û wergeriya. Gelek xebatkarên tenduristiyê û komên AFAD’e li cihê bûyerê hatin veguhestin. Di qezayê de 4 jê giran bi giştî 19 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Bajar a Yozgatê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Zanîngeha Bozokê û Nexweşxaneya Dewletê ya Sorgunê.