ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-15 09:00:07   * Mehmet Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî birayê wî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tecrîda giran a li Girava Îmraliyê didome û got: "Divê li dijî komplo û tecrîdê gelê me û yên ji xwe re dibêjin 'em demokrat in û mirov in' li qadan li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin."   * Rojnameger Amed Dîcle da xuyakirin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca tasfiyekirina kurdan pêk hatiye û got: "Ocalan bi paradîgmayeke nû hêzên komploger têk bir."   * Dayikên Cizîrê diyar kirin ku ew dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin û gotin: "Divê li dijî tecrîdê herkes rabe ser pêyan û vê tecrîda girankirî qebûl neke."   * Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok diyar kir ku bi binçavkirinên li Îzmîrê re, "di çarçoveya hilbijartinên herêmî de rojnamegerên kurd dîsa bûne hedef" û bang li muxalefetê û saziyên sivîl kir ku li dijî zextên li ser çapemeniyê helwesteke zelal nîşan bide.   * Seroka Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Çîgdem Akbûlût bal kişand ser nakokiyên di navbera hincetên binçavkirin û girtinê yên parêzerên ÇHD û HHB'yê de û diyar kir ku dozger ji parêzerên ku biryara girtinê wan tune ye re gotiye, "Em ê der barê we de jî tiştekî bibînin."   * Dosyeya 9 kesên li Midyadê di binçavkirinê de hatibûn windakirin, bi hinceta “demboriyê” hate girtin. Malbatên ku 29 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibin têdikoşin wiha gotin: “Em ê piştî evqas tiştan çawa dest ji vê dozê berdin?”   * “Meşa Mezin a Azadiyê” di roja 15’emîn de didome. (10.00-18.00) ZINDΠ   * Çalakiyên Nobeta Edaletê yên malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (10.00-18.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * Danişîna 7’emîn a doza endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikûlû yê piştî di dema Suleyman Soylû wezîr ji aliyê wî ve hedef hate girtin, hatibû girtin, dê li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê lidarxistin. (10.45)    * DÎSK Basin-Îş dê têkildarî binçavkirina 5 rojnamevanan a li Îzmîrê li avahiya xwe ya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)    * Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya di 15’ê sibata 1999’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, dê li gelek bajaran were şermezar kirin. (12.00-19.00)    * KESK, DÎSK, TMMOB û ÎTO dê têkildarî hezaza li madena zêr a li navçeya Licik a Erzînganê pêk hatî, li Îskeleya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (19.00)