Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir 2024-02-15 09:05:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Amed Dîcle da xuyakirin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca tesfiyekirina kurdan pêk hatiye û got: "Ocalan bi paradîgmayeke nû hêzên komploger têk bir." Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên global destpê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dewam kir, di sala 25'an de ye. Ji dema ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. 35 meh in tu xeber jê nayê girtin. Rojnameger - nivîskar Amed Dîcle, armancên komploya navneteweyî nirxand.    Rojnameger Amed Dîcle   ARMANCÊN KOMPLOYÊ   Dîcle, da zanîn ku hêzên ku di komployê de rol girtine bi armanca tasfiyekirina Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgeriyane û got ku ew hêz dixwazin pirsgirêka kurd bitepisînin. Dîcle, da zanîn ku ev hêz dixwazin kurdan di warê siyasî û bîrdozî de qir bikin û got: "Armancên komployê gelek in; qedandin, îmhakirin, tesfiyekirin. Nexwestin bi revandina birêz Ocalan tu valahiyê bihêlin. Ji ber ku bi girtina birêz Ocalan dixwestin bi navê hêviyê tiştekî nehêlin. Hêzên ku komployê çêkirin, piştî wê jî sêwirandibûn. Ji ber vê yekê jî pergala Girtîgeha Îmraliyê pêş xistin û xwestin bi vê bigihên armanca xwe. Li Îmraliyê pergaleke îşkenceyê ava kirin û ev pergala îşkenceyê hê jî didome."   'OCALAN BI PARADÎGMAYA XW EKOMPLO TÊK BIR'   Dîcle, da xuyakirin ku hêzên global bi komployê nikaribûne bigihêjin armancên xwe û got ku ev yek bi paradîgmaya Abdullah Ocalan a li Îmraliyê pêk hatiye. Dîcle, wiha domand: "Birêz Ocalan -vê wekî zayîna sêyem bi nav dike- ji destpêkê ve bi pêşxistina paradîgmayeke nû komployê têk bir. Ew difikirîn ku dê birêz Ocalan nikaribe tiştekî pêş bixîne, lê Ocalan li wir paradîgmayeke nû pêş xist û got, ‘çendî ez ji be rkomployekê li vir têm girtin jî, 'lê heya ez nefesê bistînim ez ê biêtkoşim û ez ê vê komplyê têk bibim.' Ev paradîgma ji aliyê hemû bindestên cîhanê ve û kesên li derî pergalê mane tê qebûlkirin. Ên komployê çêkirin jî piştî wextek pêşengtiya Ocalan û rol û rista wî ya di aştî û çareseriyê de qebûl kirine. Tirkiye jî vê yekê qebûl kiriye ku dem bi dem hin hevdîtin pê re kirin."    Dîcle, anî ziman ku armanceke komployê ya din jî "destpêkirina şerê kurd-tirkan" bûye û got: "Birêz Ocalan got, bi revandinê re dê şerekî ku pêşî lê neyêg irtin dest pê bike û dê hêviya ji bo aştiyê bê tunekirin. Ji bo pêşî li vê yekê bigire, paradîgmayeke nû pêş xist."   KAMPANYAYA 'AZADIYA ABDULLAH OCALAN'   Dîcle, diyar kir ku li hemberî Abdullah Ocalan nêzîkatiyeke dijminane heye û tecrîda mutleq a 35 meh in tê meşandin wekî mînaka vê nêzîkatiyê nîşan da. Dîcle got: "Ne dost û ne jî dijmin nehatine wê astê ku nikaribin rastiya birêz Ocalan înkar bikin. Hebûna wî kir ku hem ji aliyê dost û hem jî ji aliyê dijminan ve were qebûlkirin. Di encama berxwedana birêz Ocalan a li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê de û bi berxwedana wî ya teorîk, felsefî û pratîkî ya li dijî vê pergala îşkenceya Îmraliyê, îro ro li kurd û tevgera kurd û li Rojhilata Navîn û cîhanê hatine wê astê ku neyên paşguhkirin. Em dibînin ku bê di şert û mercên îşkenceyeke giran de jî berxwedaneke çawa nîşan dide. Di van şert û mercên giran ên işkenceyê de ev pêşketineke mezin e. Her kesê aştî û çareseriya siyasî dixwaze, divê ji vê berxwedanê îlhamê bigire û piştgiriyê bide kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgrêka kurd re'. Birêz Ocalan komployê bi paradîgmaya xwe ya nû têk bir."   MA / Yusra Batihan