Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû 2024-02-15 09:36:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li başurêrojavayê Girava Îmraliyê yê Behra Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû.    Li Behra Marmarayê li başûrêrojavayê Girava Îmraliyê yê Behra Marmarayê keştiya kargoyê ya 69 mîtro dirêj noqî avê bû. Li behra ku bejna pêlên wê digihe 3 mîtroyan, tevî 3 keştiyên ji Bandirmayê hatin ji bo muretebata keştiyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin.    Waliyê Bûrsayê Mahmût Demîrtaş, aşkere kir ku li Mûdanyayê navenda krîzê ava kirine.