Li gelek bajaran bi ser malan de girtin 2024-02-15 10:30:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Îro serê sibê li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.    Endamên Dayikên Aştiyê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de gelek kes îro di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Li Rihayê endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mehmet Aslan û endamê Meclisa DEM Partiyê Îzzet Karadag hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirina wan nehate zanîn.    MÊRDÎN   Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Dayika Aştiyê Perîhan Altûg a 72 salî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeya Stewrê jî rêveberê DEM Partiyê Mubarek Guneş hate binçavkirin.    DÊRSIM    Li Dêrsimê jî di saetên serê sibê de bi ser malan de hate girtin û Besîme Gok, Leyla Arslan, Nacî Genç, Yûsûf Olmez Û Nacî Yalmaç hatin binçavkirin. Hate zanîn ku Sevîm Saglam û lawê wê Ozer Laçîn jî hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Bajêr.    SÊRT    Polîsan vê serê sibê li navenda Sêrt û navçeyên Dihê û Misircê di ser gelek malan de girtin. Li Misircê Yûnûs Emre Cangîr, Abdûllah Toka û kesekî din ku navê wî nehat zanîn, li Dihê Esmer Oktayi û keça wê Dilbirîn Oktayi û li navenda Sêrtê jî Mehmet Zahîr Saritaş, Zeynep Nas, Aysel Sartîk, Fûat Yildirim û Saniye Kaysî hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin, birine Miduriyeta Polîsan a Bajêr.    HATAY Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê Seher Cevheroglû bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin. Cevheroglû birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.