Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn 2024-02-15 10:58:50 RIHA - Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin, li navçeya Pirsûs a Rihayê ku gihiştinê bi gel re hatin bahev û gaveke din nêzî Amara ya fînala meşê lê were kirin bûn.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê starta wê hate dayîn dê îro bi dawî bibe. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ku meşa xwe ya rastî 25’emîn salvegera komployê anîn li taxa Alîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê didomînin. Meşvan dê pişt re li gundê Amarayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê dayik bûye meşa xwe bi dawî bikin.     Rêwiyên Azadiyê beriya Amarayê çûn Taxa Alîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê. Meşvanên di ketina navçeyê de bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin bi dirûşmeyên “Azadiya Serok, azadiya gelan e” , “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” , “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” , “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    ‘JI BO ME ROJEKE REŞ E’    Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê li vir axivî, wiha got: “Îro ji bo me rojeke reş e. Birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Em ji bo armancekê bi rê ketin. Li ser birêz Ocalan 25 sal in tecrîdeke girankirî heye û em 3 sal in jê agahiyê nagirin. Em weke rêwiyên heqîqetê ji du baskan ji bo azadiya welatê xwe, gelê xwe û birêz Ocalan ji du baskan bi rê ketin. Ev roj ji aliyê gelê me ve hatiye şermezarkirin. Ev roj lanetî ye. Em ê ji îro şunde meşa xwe mezin bikin. Gelê me dibêje bi tevgerîna bi hev re dikarin tecrîdê bişikînin. Dizane heke birêz Ocalan biaxive dê aştî were vî welatî.”   Meşvan piştî daxuyaniya hate dayîn ber bi Amarayê ve bi rê ketin.