Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin 2024-02-15 11:49:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derabe nehatin vekirin û meşên girseyî dest pê kirin.    Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, li gelek deverên cîhanê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Yek ji navendên ku komploya navneteweyî ku gelê kurd weke “Roja Reş” pênase dike lê şermezarkirin jî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.    Di salvegera komploya navneteweyî de li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê jiyan sekinî. Derabeyên tu dikanan nehatin vekirin. Welatiyan cil û bergên reş li xwe kirin û posterên Abdullah Ocalan bi malên xwe ve daliqandin.    Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehhezaran kes komploya navneteweyî bi meş û çalakiyan şermezar dikin.