Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin 2024-02-15 16:40:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat destnîşankirin ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk ya Ocalan li Rojhilata Navîn ketiye meriyetê û wiha hate gotin: “Birêz Ocalan û fikrên wî li dijî komploya navneteweyî di çaryeka sedsalê de bi ser ketin.”   Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate dayîn û di 15’ê Sibata 1999’an de bi anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re berdewam kir, kete sala 25’emîn. Komploya navneteweyî ku gelê kurd û dostên wan weke “Roja Reş” binav dikin, îro li gelek bajaran hate protestokirin. Di daxuyanî û çalakiyan de daxwaza azadiya Abdulah Ocalan hate kirin.    ÎZMÎR   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGETUHAYDER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên  Xizmên Xwe Windakirina re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) bi boneya salvegera komploya navneteweyî li avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Li eywana daxuyaniyê “Em Meşa Azadiyê silav dikin û komploya navneteweyî şermezar dikin” hate daliqandin.    Rêveberê DBP’ê yê Herêma Egeyê Yahya Keser di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me ev komploya navneteweyî ya li dijî pêşeroja demokratîk û aştiyane ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, tevî gel û baweriyên xwe bi saya berxwedaneke xurt vala derxist. Ji bo pêşerojeke demokratîk û aştiyane, banga me li hemû gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ew e ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi berpirsyartiya xwe ya têkoşînê rabin.”    ‘DI KOMPLOYÊ DE ISRAR DIKIN’   Bi domdarî Keser diyar kir ku komploya navneteweyî li gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê parçebûyîn, şer û mirinê ferz dike û ev tişt anî ziman: “Tecrîda mutleq û polîtîkayên agahînegirtin yên ji sala 2015’an ve di meriyetê de, nîşaneya israra di komploya navneteweyî de ye. Helwesta hêzên kûrewî û herêmî yali dijî tecrîda mutleq, nîşaneya israra di vê komployê de ye. Di esasê xwe de bi komployê re gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û hewl didin têkoşîna ji bo pêşeroja demokratîk û aştiyane ji holê rakin. Li dijî serdestên navneteweyî yên ku dixwazin şer û parçebûna di nava gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de kûrtir bikin û di çarekesra komploya navneteweyî de divê em ji her demê bêhtir azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan biparêzin û ev peywir peywirekî ji her dem û dîrokê girîngtir e.”   ‘GIRTÎ EV 81 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’   Di berdewamiya axaftina xwe de Keser wiha got: “Bi dehhezaran rêhevalên me yên girtî ev 81 roj in li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne û berxwedana xwe didomînin. Di heman demê de li gelek bajaran bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê çalakiya Nobeta Edaletê tê lidarxistin. Di serî de Ewropa, li gelek deverên cîhanê li dijî tecrîda mutleq berxwedan tê raberkirin. Rêberek û gelek ev çaryekesrin li ber xwe didin û gelên Rojhilata Navîn li dijî neçareseriyê gazinên xwe tînin ziman. Bi vê berxwedanê re, hêzên navneteweyî yên dixwestin rastiya kurd tesfiye bikin jî hatine têkbirin.”    'FIKRÊN OCALAN BI SER KETIN’   Keser, bi lêv kir ku têkoşîna edalet, aştî, wekhevî û azadiyê ya li dijî rejîmên yekperest, mezhebperest û kedxwar xurtir bûye û wiha derbirî: “Paradîgmaya azadîxwaziya jinê li Rojhilata Navîn bi awayekî herî xurt bi cih bû. Bi kurt û kurmancî, birêz Ocalan û fikrên wî di nava vê çaryrekesrê de li dijî komploya navneteweyî bi ser ket. Em jî qebûl dikin ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hatiye têkbirin, em ê berxwedana xwe mezin bikin û ji bo ku birêz Ocalan bikare di pêşroja Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de rola xwe ya di avakirina aştiyê de bilîze, em ê şert û mercan ava bikin. Di vê mijarê de em bibiryar in, jixwe bawerin û bihêz in.”    ŞIRNEX   DEM Partî ya Şirnexê jî xwest bi heman boneyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide. Lê belê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan ketin û derketina avahiya partiyê girtin û endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Sarûhan ku bertek nîşanî dorpêça polîsan da hate binçavkirin.  Tevî hemû astengkirinan jî li ber avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen daxuyanî xwend. Gungen, diyar kir ku armanca komploya navneteweyî teslîmgirtina gelan bû û ev tişt anî ziman: “Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê pêngava herî girîng a dîlgirtinê bû ku desthilatdarên cîhanê û herêmê dixwestin li ser gelên herêmê ferz bikin. Xwestin di bi komploya li dijî birêz Ocalan re li Rojhilata Navîn jiyana hevbeş, siberoja demokratîk, aştî û îstiqrarê belav bikin. Hêzên tarî ku bandora birêz Ocalan a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û hêza wî ya di avakirina jiyana demokratîk de dizanin, komploya navneteweyî plan kirin û xwestin di şexsê birêz Ocalan de hemû gelan teslîm bigirin.”   ‘EM Ê BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN’    Gungen, anî ziman ku heta tecrîd tê şikandin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Em ê rastiya ku Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê hatiye têkbirin qebûl bikin, berxwedana xwe mezin bikin û şert û mercên ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze ava bikin. Em ê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd misoger bikin. Em di vê mijarê de bi biryar, bi bawer û serkeftî bin.”   SÊRT   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Sêrtê jî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hevserok û rêveberên DBP’ê û DEM Partiyê, namzetên hevşaredariyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn.    ‘JI BER NEÇARESERIYÊ ÊŞ TÊN KIŞANDIN’   Beriya xwendina daxuyaniya hevpar, Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn axivî û bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd. Tekîn, da zanîn ku ji ber neçareseriyê li welêt gelek êş tên kişandin û wiha domand: “Bêguman peywira partiyên siyasî çareserkirina pirsgirêkan e û ev peywir ne tenê partiyên mixalîf an jî DEM Partiyê ye. Em weke DEM Partiyê baweriya me ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi hevkariya TBMM û birêz Abdullah Ocalan xurt e.”   Piştre jî daxuyaniya hevpar hate xwendin û daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.    MÊRSÎN   Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî xwest têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. Beriya daxuyaniyê, ketina avahiyê ji hêla polîsan ve hate girtin. Girseya ku xwest li pêşiya avahiyê daxuyaniyê bide bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” astengkirin protesto kirin. Piştre jî girseyê di nava avahiyê de daxuyanî da.    Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Aşan, got ku tevî astengkirinan jî dê li her qadê berteka xwe ya li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li Îmraliyê nîşan bidin. Aşan, wiha domand: “Hevalên me yên ku ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehê ketine greva birçîbûnê hene. Her wiha dayikên me hewl didin bi Nobeta Edaletê bibin dengê girtiyan. Daxwaza tevahiya derdorên civakê ew e ku tecrîd bê rakirin. Di serî de pirsgirêka kurd, heke em bixwazin tevahiya pirsgirêkên civakê çareser bikin, divê ji ewil tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.”    WAN     Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. DBP, TUHAY-DER, Dayikên Aştiyê, TJA, ÎHD, OHD, ÇEV-DER û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bimre komploya 15’ê Sibatê” hate vekirin û her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.    Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku sekna Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê komplo pûç kir û wiha got: “Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê gava herî girîng ku serwerên kurewî û herêmî koletiyê li gelên herêmê ferz bikin bû. Hêzên tarî yên bandora birêz Ocalan a li ser Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û hêza wî ya avakirina jiyaneke demokratîk dizanin, komploya navnetewî plankirin û di kesayeta birêz Ocalan de xwestin hemû gelan teslîm bigirin.”   MÛŞ   Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê li avahiya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê DEM Partiya Mûşê Mehmet Yafes Dînar daxuyaniya hevpar xwend.    ERDEXAN   Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê jî li avahiya xwe ya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hevserokê DEM Partiyê yê Erdexanê Engîn Çelîk axivî.    BEDLÎS   Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê jî di avahiya navçeyê de civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana ku civîn lê hate kirin pankarta “Em komploya 15’ê Sibatê lanet dikin” hate daliqandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku Abdullah Ocalan pêşxist komplo hate pûçkirin û anî ziman ku paradîgma bû heviya gelên bindest.    COLEMÊRG   Rêxistinên DEM Partiyê yên Colemêrg û Geverê jî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî sînevîzyoneke ku pêvajoya 25 salan a komployê vedibêje pêşandan. Bername li avahiya partiyê hat lidarxistin û gelek endamên partiyê û kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn di bernameyê de axivî û got ku ew komploya navneteweyî şermezar dikin. Şahîn, anî ziman ku ji bo aştiyê divê tecrîd bê rakirin. Li Geverê jî li navenda koordînasyona hilbijartinê ya DEM Partiyê ya navçeyê sînevîzyon hate pêşandan. Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn.    ‘KOMPLO VALA DERKET’   Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, tecrîda ku di şexsê wî de hatiye destpêkirin û li ser hemû qadên civakê hatiye belavkirin û komploya navneteweyî vala derxist û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne.” Piştî axaftina Sevmez, sînevîzyona ku pêvajoya komployê vedibêje hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê, welatiyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.