Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan 2024-02-15 20:37:16   SÊRT - Kesên li navenda Sêrt û navçeyên wê Misirc û Dihê hatin binçavkirin, piştî kar û parên îfadeyê hatin berdan.   Polîsan vê serê sibê li navenda Sêrt û navçeyên wê Dihê û Misircê bi ser gelek malan de girtin. Li navenda Sêrtê Mehmet Zahîr Saritaş, Zeynep Nas, Aysel Sartîk, Fûat Yildirim û Saniye Kaysî, li Misircê Yûnûs Emre Cangîr, Abdûllah Toka û kesekî din ku navê wî nehat zanîn û li Dihê jî Esmer Oktayi û keça wê Dilbirîn Oktayi hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên wan ên li midûriyeta polîsan, biryara berdanê hat dayîn û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê ku lê muayene bûn hatin berdan.   Malbat, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, hHvserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn, Namzetmn Şaredariya Sêrtê yên DEM Partiyê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî û rêveberêb TÛHAY-DER'ê  û rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), kesên hatin berdan li ber derê nexweşxaneyê ew pêşwazî kirin.