Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn 2024-02-16 08:39:17 ÎZMÎR - Kirariyên li midûriyeta polîsan ên rojnamevanên ku li Îzmîrê di bin çavan de ne temam bûn. Nûçeyên rojnamevanan çêkirine ji wan hate pirsîn. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût di 13’ê sibatê de li Îzmîrê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Kirariyên rojnamevanan ên li midûriyeta polîsan xelas bûn. Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirî û hevdîtinên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyê re kirine bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin.    NÛÇEYA TECAWIZÊ HATE PIRSÎN    Li midûriyeta polîsan ji rojnamevan Tûranê nûçeyên têkildarî berxwedana Akbelenê, berxwedana karkerên Agrobay Seracilik a li Bergamayê û aktîvîteyên 8’ê Adarê hatin pirsîn. Her wiha jê hate pirsîn ku danişîna doza têkildarî tecawiza li dijî zarokekî otîzmî çima şopandiye.    Ji rojnamevan Guney, Akyuz, Aydin û Akbûlût jî beyanên şahida vekirî Bûsa Aslan a derbarê wan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îfade dane, hate pirsîn. Hate zanîn ku Aslan derbarê rojnamevanan de îdia kiriye ku “bi fermanê nûçeyan çêdikin”.    ‘ÇIMA KURDISTAN?’   Li midûriyeta polîsan serenavên nûçeyên aydê rojnamevanan jî weke "propagandaya rêxistinê" hate nirxandin. Hate diyarkirin ku ji rojnamevanan pirsa "Çima peyva Kurdistanê derbas dibe?" jî hatiye pirsîn.     Tê payîn ku rojnamevanan îro ji bo wergirtina îfadeyan bibin edliyeyê.