Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî 2024-02-16 11:23:26 RIHA - Li her devera “Meşa Mezin a Azadiyê” lê derbasbûyîn daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” derket pêş. Meşvanan gotin ku herî zêde hesreta dayikan a aştiyê bandor li wan kiriye û ev tişt anî ziman: “Dê ev meş bidome.”  Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, di 1’ê Sibatê de ji Wan û Qersê “Meşa Mezin a Azadiyê” hate destpêkirin. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di meşê de cih girtin û di roja 15’emîn de gihiştin Rihayê. Meşvan, di nava van 15 rojan de bêyî navber meşiyan, li gelek nevandan bi gel re hatin gel hev û armanca çalakiya xwe vegotin.    Meşvan, li her navendê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û bi şev jî bûn mêvanên malbatan. Di mêvandariyê de jî mijara sereke ya sihbetan, azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk bû.    Di tevahiya meşê de herî zêde dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” derketin pêş. Li her cihê ku meşvan lê derbas bûn, beşên pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di dema girtîgehê de nivîsandiye hatin xwendin û nirxandin. Van beşên meşê, di nava girseyê de rê li ber kelecan û coşeke mezin vekir.    Yek ji aliyên herî balkêş ê meşê jî cihên ku meşvan çûne serdana wan. Meşvan, li her deverê çûn ser gorên kesên di têkoşîna azadiyê ya kurd de jiyana xwe ji dest dayîn û bi bîr anîn. Her wiha kesên di dîrokên cuda de di komkujiyan de hatine qetikirin jî nehatin jibîrkirin.    Hema hema li her deverê pankartên ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser bûn hatin hilgirtin. Baskên meşê, di roja 13’emîn de li Amedê gihiştin hev. Di dema gihiştina hev de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Piştre jî meşvan ber bi warê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye ve ketin rê. Bi daxuyaniya li Xelfetiyê re hat ragihandin ku bername temam bûye lê belê hat destnîşankirin ku dê çalakî û xwepêşandanên bi daxwaza “azadiyê” berdewam bikin.    Parlamenter û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di meşê de cih girtin, têkildarî pêvajoya 15 rojên meşê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.  KÊLIYÊN KU AYDENÎZ ZÊDE JÊ BANDOR BÛYÎ   Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz di nava baskê meşê yê Wanê de cih digirt. Aydenîz, got ku di meşê de herî zêde dema Dayikên Aştiyê yên Botanê kumik, berstû û goreyên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rêsayîn û ji bo bidin Abdullah Ocalan radestî wan kirin bibandor bûye. Aydenîz, diyar kir ku dayikan ji wan re gotiye; “Heke birêz Ocalan bicemide, em jî dê bicemidin. Heke rêberê me rehet nebe em jî rehet nînin.” Aydenîz, ev tişt anî ziman: “Zarokan pêlîstokên xwe radestî me kirin. Bi tevahiya hestên xwe re vê meşê careke din nîşanî her kesî da ku birêz Ocalan îradeya gelê kurd e.”    ÇÎÇEK: HEQÎQET EŞQ E   Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî di baskê meşê yê Qersê de cih girt. Çîçek, got ku dê girîngiya meşê bi salan piştre bê fêmkirin û wiha domand: “Ev meş, pêşniyara ji bo xeta têkoşînê ya nû bû. Ev meş, meşa heqîqetê bû.” Dema meşvan gihiştin navçeya Milazgir a Mûşê, jina bi navê Naîme Çetîn goreya ku 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan rêsa bû radestî meşvanan kir û got: “Bila dawiya vê meşê azadî be. Min ev goreye ji bo Serok rêsa. Vê ji bo wî bibin.” Çîçek, got ku van axaftinan bandoreke mezin li wî kiriye û ev tişt anî ziman: “Her wiha dema ez çûm ser gora Aysel Dogan pir zêde hestiyar bûm. Ji ber ku dema birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hatî kirin, Aysel Dogan ji qasidên aştiyê bû ku ji Ewropayê hatibû. Dema li ser cihê xwe tedawî didît, li wêneyê birêz Ocalan nihêrt û wisa jiyana xwe ji dest da. Her cihê em lê derbas bûn, me bedelên tevgera azadiyê ya kurd dayîn dîtin. Li cihên herî biçûk jî em bûne şahidê van bedelan. Birêz Ocalan gotibû; ‘Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e.’ Em jî dibêjin; ‘heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e.’”   OTLU: ME TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ HÎS KIR   Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirt, da zanîn ku serdana wan a ji bo kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dayîn bandoreke mezin li wê kiriye. Otlu, wiha got: “Gihiştina hev a her du baskan, mîna hevdîtina du agirên biçûk bû. Her baskekî ji hêla xwe ve şahidiya kêliyên dîrokî kir. Hinek ji me li Keleha Qersê li cihê ku civîna ewil lê hatiye kirin, hinek jî me jî li ser pira şoreşgeran a Zapê bûn. Li cihên dîrokî hûn dibînin bê ka ev nirx çawa hatine afirandin. Em çûn serdana hevalên ku bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin. Em bûn mêvanên malbatên girtiyan. Dema em nêzî Amarayê bûn jî kelecana me zêde bû. Xelk, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dike. Me ev yek hîs kilr û ev yek ji hêla têkoşîna yekbûyî ve baş bi me da hîskirin. Agirên biçûk biçûk kom bûn, niha bûn dengê berxwedana mezin. Me mezinahiya meşa mezin a azadiyê nîşan da.”    KUDAY: EM DI HEWAYÊ SAR DE HATIN PÊŞWAZÎKIRIN   Ji meşvanên baskê Qersê Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday jî got ku di hewayê sar de bi dilgermî hatine pêşwazîkirin. Kuday, ev tişt anî ziman: “Dema min dest bi vê meşê kirî, li benda pêşwaziyeke wiha dilgerm nebûm. Lewma ji gelê me û ji birêz Abdullah Ocalan lêborîna xwe dixwazim. Dilgermiya welatiyên ku em li malên wan bûne mêvan, hêjayî gotinê ye. Bendewariya malbatan ji me hebûn; dixwestin rê li ber rijandina xwînê bê girtin. Tevahiya malbatan jî dixwestin aştiyeke mayînde pêk bê, ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dua kirin û em wisa oxir kirin.”    ÎRMEZ: DAYIK BI HESRETA AŞTIYÊ DIJÎN   Ji meşvanên baskê Wanê Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî bi lêv kilr ku tevî hemû hewldanên astengkirinê jî wan bajar bi bajar meşa xwe domandin. Îrmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja me dest bi vê meşê kirî heta dawiyê em bûn şahidên piştevaniya şoreşger û rêhevaltiyê. Bi saya îradeya mezin a meşvanan, tevahiya astengiyan hatin derbas kirin û meş domiya. Gel bi hesreta azadiya birêz Ocalan dijî û di tevahiya meşê de spasiyên xwe kirin. Dema em bûn şahidên rondikên dayikan ên keyfxweşiyê, gelek hestiyar bûm. Dayik, bi hesreta aştiyê dijîn. Ji bo vê jî divê birêz Abdullah Ocalan tavilê azad bibe. Kêliya herî zêde ez hestiyar bûm jî, dema her du baskên meşê gihiştin hev bû.”    OCALAN: DAXWAZA DAYIKAN AŞTIYEKE BIRÛMET E   Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî di baskê meşê yê Qersê de cih digirt. Ocalan, got: “Di meşê de tişta herî zêde bandor li min kirî, cihê ku Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê nîşanî me dayî bû. Zarokên wan di zindanan de di greva birçîbûnê de ne, li eniyên şer in... Daxwaza wan, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan bû.” Bi domdarî Ocalan anî ziman ku daxwaza Dayikên Aştiyê ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha pê de çû: “Bi sala ye Dayikên Aştiyê ji bo aştiyeke birûmet têkoşîneke pîroz dimeşînin. Tekane daxwaza dayikan, aştiyeke birûmet e. Di nava 15 rojan de li her cihê em bûn mêvanên malbatan. Carnan li bajar, carnan jî li gundan bûn mêvan. Li her cihê lê bûne mêvan, bi gel re me sihbet kir. Di wan sihbetan de em bûn şahid bê ka siyaseta kurd çawa jinêzve dişopînin. Hinek bertekên gel bala me kişandin. Welatiyan digotin ku divê têkoşîna gelê kurd bi qurbanî berjewendiyên rojane yên siyasetê neyê kirin. Welatiyan ji me dixwestin ku em mezin bifikirin û zêdetir berjewendiyên gelê kurd derxînin pêş.”  TURKOGLÛ: XWEDÎDERKETINA JINAN HÊVÎ DA ME    Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkgolû di baskê meşê yê Wanê de cih digirt. Turkoglû, destnîşan kir ku jinan piştgiriyeke mezin da meşê û wiha got: “Gelê me bi hestên herî germ meş pêşwazî kirin. Me dît ku li Kurdistanê têkoşîn bêyî bedel nabe. Di dema hevdîtinên bi gel re de em bûn şahidên kelecana wan. Heke gel xwedî li vê meşê derneketa, dê wateyeke meşa me jî nema bûya. Gund bi gund, kolan bi kolan piştgiriya gel mezin bû. Ev deng li Kurdistanê hate bihîstin. Vê meşê bawerî û biryardariya me qahîmtir kir. Li cihên em lê derbas dibûn me bi jinan re hevdîtin kirin. Jinên ku xwedî hafizeya têkoşînê ya 40 salan jî, yên ciwan jî hebûn. Vê yekê hêz da me.”    KAYA: RÊ LI BER KELECANEKE MEZIN VEKIR   Ji meşvanên baskê Qersê Parlamenter Adalet Kaya bal kişand ser girîngiya xwedîderketina jinan a li meşê. Kaya, got ku coş û kelecan roj bi roj mezin bûye û wiha axivî: “Ew coş û kelecana ku di roja ew il de li Qersê hîs kirî, ber bi roja dawiyê ve hêj mezintir bû. Li wan malên em lê bûbûn mêvan, me bi malbat û cîranên wan re dem derbas kir. Hîskirina wê dilgermiyê tiştekî xweş bû. Me ev meş bi ser xist û meşa her roj li bajarekê cuda kelecaneke mezin afirand.”    SUMBUL: DÊ EV MEŞ BIDOME   Rêveberê DEM Partiyê yê Şirnexê Şahîn Sumbul di baskê meşê yê Wanê de cih digirt û têkildarî meşê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Pêngava ku me ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan avêtî, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Her çend hewldanên astengkirinê çêbibin jî, nekarîn meşa me asteng bikin. Bi wan malbatên em li malên wan mayîn re em bûn malbat. Ne tenê xwarinên xwe, her wiha hest û fikrên xwe jî bi me re parve kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dua kirin. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî ev meş dê bidome.”    ÇUBUK: DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR BÊ MEZINKRIN   Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk jî di baskê meşê yê Qersê de cih digirt û anî ziman ku dilgermiya gel hêzeke mezin da wan. Çubuk, axaftina xwe wiha qedand: “Di tevahiya meşê de em bi malbatan re bûn. Gel, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dike. Vê meşê moral da gel. Tevî hemû zextan jî gel bi nirxên xwe re ye. Bernameyeke ku hem li Ewropayê hem jî li Stenbolê didome heye. Dê mitîng bên lidarxistin. Divê ev bên xurtkirin. Li hêla din divê deng bê derxistin. Vê meşê nîşanî me da ku divê têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê were mezinkirin.”    MA / Adnan Bîlen - Emrûllah Acar