11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-02-16 14:00:29   AMED - 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.    Di encama serdegirtinên malan ên di 14’ê sibatê de li Amedê Peyam Kutlu, Bêrîvan Nergîz, Eyup Hekîmoglû, Hêja Jiyan Arikboga, Yûsûf Yokuş, Yûsûf Taşcar û 5 kesên navên wan nehat zanîn hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Hat diyarkirin ku her 11 kes bi hinceta “dibe ku çalakiyan bikin” hatine binçavkirin.