Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin! 2024-02-17 09:04:48 ŞIRNEX - Qeyûmên li Şaredariya Hezexê hatin tayînkirin di nava 2 salan de bi sedan neguhêzbar firotin û li hêla din şaredarî 46 milyon TL’an di bin deyndan de xistin.  Wezareta Karên Navxweyî di salên 2015 û 2019'an de qeyûm li Şaredariya Hezexê ya Şirnexê tayîn kir. Şaredariya Hezexê ya ku bi salane di bin rêveberiya qeyûm de ye heta ku bizmarek jî li navçeyê nexistine û pêwîstiya bingehîn a gel ya avê jî nehat çareserkirin.    Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji sedî 78,8 ê deng stendibûn. Li aliyê din AKP'ê ji sedî 13'ê dengan girtibû. Di sala 2015’an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 73,8 û AKP’ê jî ji sedî 16,8 deng stendibûn. Di 12’ê mijdara 2019’an de dîsa qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Li Hezexa ku ev nêzî 10 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, qeyûman kevir li ser kevir nedanîn. Bi tayînkirina qeyûman re her bihosteka navçeyê hate firotin û deyn li ser deynan hatin kirin. Qeyûman ji sala 2022’yan heta dawiya sala 2023’yan li 4 taxên bajêr 100 parsel firotin û şaredarî 46 milyon TL xistin bin deynan.    Mûrat Şen    'DÊ GEL HESABÊ WÊ BIPIRSE'   Hevşaredarê Hezexê ku di sala 2019'an de qeyûm şûna wî hat tayînkirin Mûrat Şen diyar kir ku qeyûman ji bilî deynan tu tiştek ji bo navçeyê nekirine. Şen, da zanîn ku di nava 5 salan de li Hezexê 3 qeyûm hatin tayînkirin û wiha domand: “Tevahiya meclisa şaredariyê hate belavkirin. Kes nizane li şaredariyê çi diqewime. Tiştekî nakin û bi raya giştî re jî parve nakin. Hêviyên gel jî ji wan nînin. Ev 5 sale ku avê nadin vê navçeyê. Ligel vê yekê jî şaredarî pereyê avê ji gel dixwaze.”   Bi domdarî Şen destnîşan kir ku tişta wan di nava 6 mehan de kirin, 3 qeyûman nekarîne di nava 5 salan de bikin û ev tişt anî ziman: “Lê şaredarî 46 milyon lîreyan xistin bin deyn. Ji ber vê yekê Banka Îller dê heta sala 2032’yan ji ber deynan ji şaredariyê bibire. Dema em li ser peywirê, dê me li qada nêzî Goristana Hezexê parka zarokan çêbikira û me derxist îhaleyê. Me dest bi xebatê kir lê qeyûm  hat tayînkirin û heta qada ku me dabû îhaleyê jî firotin. Li taxa nû taxên Jêrîn, Jorîn û Taxa Atakentê û gelek cihên din hatin firotin. Lêbelê gelê me dê weke sala 2019'an wê di 31'ê adara 2024’an de jî hesabê vê ji wan bipirsin û vîna xwe xwedî derbikevin.”   MA / Zeynep Durgut