‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’ 2024-02-17 10:05:13 ERZÎNGAN - Sekreterê ÎKK’a TMMOB’a Dêrsimê Ugur Beycan diyar kir ku li deverên Licikê yên hezaz lê çêbûye kîmyewiyên tevî nava axê bûn bi xwe re xetereyeke mezin tînin û wiha got: “Tişta ku em jê re dibêjin îzolasyon anku divê bi jeotekstilan qadên cidî bên avakirin û ev madeyên kîmyewî tavilê têkiliya wan a bi zemînê re bê qutkirin.”  Madena Zêr a Anagoldê ku bi hevkariya SSR Mining a navenda wê Kanada û Madenvaniya Lîdyayê ya girêdayî Çalik Grubê li herêma Çopler a navçeya Licik a Erzînganê hatiye çêkirin û di sala 2008’an de ji bo wê rapora “Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) erênî ye” hatibû dayîn, ev nêzî 16 sal in bênavber xebatên xwe didomîne. Di hezîrana sala 2022’yan de siyanûra li madenê ji ber çû û di 13’ê sibatê de jî hezaz çêbû û 9 karker di bin axê de man. Bi ser re 5 roj derbs bûn lê hêj jî 9 karker nehatine dîtin. Ji bo girtina vê madenê gelek caran bang hatibûn kirin û niha çavê her kesî li ser şîrketê ye.      Sekreterê ÎKK’a TMMOB’a Dêrsimê Ugur Beycan   CAREKE DIN RAPORA KESÊ PISPOR HATE XWESTIN    Şîrketê cihekî berfireh ê navçeyê kolandiye û şantiyeya wê heye. Di salên 2019 û 2021’ê de raporên ÇED’ê wergirt û bi vê yekê re kanên madenê hêj berfirehtir kir. Bi vê yekê re qada xwe bi qasî hezar û 746 hektaran berfireh kir. Şîrketa behsa xeberê di sala 2021’an de ji bo berfirehkirina qada xwe serlêdan kiribû û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê jî ji bo rapora ÇED’ê bersiva erênî dabû.    DOZA BETALKIRINÊ YA TMMOB’Ê DIDOME   Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) jî di sala 2020’an de ji bo betalkirina biryara erenî ya ÇED’ê ya wezaretê ya ji bo berfirehkirina kana madena zêr a li Licikê, doz vekir. Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê jî bi hinceta ku biryar ne li dijî hiqûq û mewzûatê ye, doz red kir. Li dijî biryara dadgehê, TMMOB’ê serî li Dadgeha Bilind da û daxwaza wê ya temyîzê hate qebûlkirin. Bi vê yekê re biryara dadgeha îdareyê hate betalkirin û hat xwestin ku kesê pispor dîsa raporê amade bike.    SERLÊDANA SÛC KIRIN    Hêj keşfa kesê pispor nehatiye kirin, di 13’ê sibatê de karesata duyemîn çêbû. Piştî hezaza dawî, TMMOB’ê giliyê berpirsyarên karesatê kir. TMMOB’ê daxwazname pêşkeşî Serdozgeriya Komarê kir û xwest ku ji Şîreketa Anonîm a Madenvanî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Anagoldê û rayedar û rêveberên wê, ji rayedarên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yên venêrîna herêmê kirin, rayedarên têkildarî projeyê destûr dayîn û pêvajoyên venêrînê meşandin, Waliyê Erzînganê û rayedarên walîtiyê bên cezakirin.   MADENVANIYA MÊTINGERIYÊ   Endezyarê Jeolojiyê û Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) ê TMMOB’a Dêrsimê Ugur Beycan ku di sala 2022’yan de piştî siyanûra ji ber çûyî di nava şandeya TMMOB’ê ya li herêmê lêkolîn kiribû de cih girtibû, têkildarî geşedanên heyî axibî. Beycan, anî ziman ku Anagold fîrmayeke kanadayî ye û li gel madenvanên Tirkiyeyê xebatên madenvaniya zêr dimeşîne. Beycan, diyar kir ku fîrma ji sala 2008’an ve jî li Dêrsimê xebatên xwe didomîne û ev tişt anî ziman: “Feraseta vê fîrmayê ya li Licikê, ji roja ewil ve di rojeva TMMOB’ê de ye. Şîrket, xebata xwe ya li vê derê bi zîhniyeta ‘madenvaniya mêtingeriyê’ dimeşîne. Madenvaniya li herêmê vê esas digire, hewl didin metalên madenên binerd bi rêya madeyên kîmyewî bi qasî ji dest tê zû ji axê jêbigirin û bibin derveyî welat.”    ‘VENÊRÎN TUNE YE Û ÇAVÊN XWE LÊ GIRTINE’   Di berdewamê de Beycan diyar kir ku dema ev fîrma xebatên madenvaniyê dikin,  girîngiyê nadin tevdîrên endezyariyê û wiha pê de çû: “Ev rewş jinedîtî ve tê. Ji ber ku li dijî nêrîna cemaweriyê ye, gelek caran derheqê vê yekê de rapor hatine amadekirin. TMMOB’ê ji bo vê jî serlêdanên hiqûqî kir. Ji bo siyanûra di sala 2022’yan de tevî axê bûyî TMMOB’ê raporên cidî amade kir û pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Lê mixabin tevdîr nehatin girtin û encamên wiha giran hatin jiyîn.”   HÊJ RAPOR NEHATIYE AMADEKIRIN QAD BERFIREH KIRIN    Beycan, bi bîr xist ku di sala 2022’yan de li Licikê nêzî 20 metrekupên siyanûrê ji ber çû û wiha pê de çû: “Wezaretê got ku siyanûr ji axê hatiye paqijkirin lê ji ber ku me nekarî li qadê lêkolînê bikin, vê rewşê nezelaliya xwe domand. Ev siyanûr li devera Çopler a Licikê çêbû. Texrîbata ku dê li wê herêmê çêbibe jêveneger e. Me di raporên xwe yên pêşkeşî dadgehê kiribûn de jî ev rewş vegotibû. Ev rewş ne tenê bi Erzîngan û Dêrsimê bisînor e. Me derxist holê ku dê bandorê li 10 bajaran, Iraq û Kendava Basrayê jî bike. Heke beriya 2022’yan lê hatibûya guhdarîkirin, dê me pêvajoya 2022’yan nejiya. Piştre fîrma dîsa ji bo berfirehkirina qada xwe serlêdanê dike. Li ser vê mijarê bi serlêdana TMMOB’ê re li Dadgeha Îdare ya Erzînganê doza îtîrazê hat lidarxistin. Lê dadgehê doza TMMOB’ê red kir. Lê Dadgeha Bilind TMMOB mafdar dît û biryar dîsa li dadgehê vegerand. Jê xwest ku raporeke kesê pispor a nû were amadekirin. Hêj rapor nehatibû amadekirin ku qada madenê hat berfirehkirin. Anku hiqûqê nas nakin û tenê di nava hewldanên mezinkirina sermayeyê ne. Encama vê jî karesatên wiha mezin in. Heke îktîdarê guh bidaya TMMOB’ê dê îro ev mirin çênebûna.”    NÊZÎ 25 MILYON TONA YE   Beycan, got ku bi hezaza li Licikê re nêzî 25-35 milyon ton herikiye û axftina xwe wiha qedand: “Ev herikîn dualî ye. Aliyek bi rexê rûbar ve aliyek jî ber bi kora xebatên madenê lê dihatin kirin ve çêbû. Têkildarî aliyê xebatên madenê lê dihatin kirin agahî li ber destê me nînin. Di nava vê herikînê de madeyên weke siyanûrê yên bi demê re xera dibin hene lê kîmyewiyên ku bi sedan salan xerab nabin jî hene. Ev madeyên kîmyewî li ser zemînê belav bûn. Di navbera wan û zemînê de îzolasyonek tune ye. Dibe ku tevî çavkaniyên sererd û binerd bibe. Divê tavilê li wir tevdîr bên girtin. Tişta ku em ji îzolasyonê re dixwazin bibêjin ev e; divê bi jeotekstîlan re qadên cidî bên avakirin û tavilê têkiliya van madeyan a bi zemînê re bê qutkirin. Li wê herêmê baran dibarin. Dê piştre ew made tevî xwezayê bibin. Li ser ekolojiyê û tenduristiya civakê dê rê li ber texrîbatên mezin veke.    Her wiha ji vir re xeta fayê ya Munzurê derbas dibe û xetekî çalak e. Heke erdhejek li herêmê çêbibe, dê hawizên lagunê dîsa biherikin û xetereya wan a teqînê heye. Dema em van tevan didin ber hev; divê tavilê xebatên li wir bên sekinandin, ew fîrma bê girtin û qad bê rehabîlîtekirin.”    MA / Mujdat Can