Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin 2024-02-17 18:40:54   ENQERE – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku bi rêxistinên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk re civiya got: “Kesên ku serê xwe datînin ser sijdeyê û aqlê wan li ser heramiyê hilbijêrên qaçax vediguhêzin. Lê em ê jî, ji bo ku hilbijêrên xwe yên helal bişînin wir divê em di nava hewldaneke cidî de bin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li oteleke Enqereyê bi nûnerên gelek saziyên sivîl re hevdîtin kir. Di civînê de endam û rêveberên rêxistina bajêr û rêxistinên navçeyan ên DEM Partî ya Enqereyê û gelek kes amade bûn. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin, pankarta “Ji bo bajarên demokratîk demokrasiya xwecihî” hat daliqandin.   Bakirhan ku bi silavkirina beşdaran bi kurdî dest bi axaftina xwe kir, got: "Em ê li dijî pergala ku kurdan nas nake, têkoşîneke xurt bidin."   Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me li gelek bajaran civînên bi vî rengî li dar xistin. Em wekî partî, li gorî kevneşopiya xwe ya berê, bi gelê xwe re ku em wan wekî kirde dibînin, rêxistinên pîşeyî yên kedkar û hevalên xwe yên jin nîqaşan pêş dixin. Piştî hilbijartinên parlamentoyê gelê me rexne û pêşniyazên cidî li me kirin. Wan behsa nêzîkatiyeke navendîparêz kiribû û rexneyên xwe li gor vê kiribûn. Di civînan de ku em beşdar bûn jî me diyar kir ku ji niha û pê ve em ê her karê xwe bi we gelê xwe yê hêja re bişêwirin. Em ê zelal bin. Em li ku çi bikin dê haya we jê hebe. Em ê baş xirab, bi hev re barê encaman hilgirin.   GOTINÊN GELÊ ME HÊZA ME XURT DIKE   Di vê çarçoveyê de em bi rojan li bajaran geriyan û em civînên bi vî rengî li dar dixin. Fikrên pir girîng tên bilêvkirin. Bawer bin, 30 sal in em têdikoşin, lê li bajarên ku em çûnê, tiştên ku nûnerê saziyeke sivîl, gelê me, hemwelatiyên me, dayikek dibêje ew qas bi qîmet û watedar û rênîşander in ku em jê hêzek mezin digirin. Bi dîtina ku em ne bi tenê ne, em bi hev re ne; me wêrek dike. Ji ber vê yekê ez pêşî serkeftinê ji bo civîna me dixwazim û bi meraq li hêviya dîtin û ramanên we yên hêja me."   'EM Ê NEBIN ALÎGIRÊ HER DU ALIYAN JÎ'   Bakirhan wiha domand: "Min li Meclîsê du nexşe nîşan dan. Li Tirkiyeyê para herî kêm a kurdan e. Li Tirkiyeyê bajarên ku herî zêde zilm lê tê kirin bajarên kurdan in. Wan nexşeyeke din, nexşeya sêyemîn lê zêde kir; Hemû bajarên Tirkiyeyê yên ku AKP'ê dengdêrên neqanûnî vediguhêzîne wan, bajarên Kurdan in. Niha ew kesên ku dibêjin 'em muxalîf in û demokrat in' û radibin nûçeyên wekî 'DEM Partî çima namzet nîşan neda, bi kê re li hev kir, li pişt deriyan bazariyê dike' dê vî welatî bikin welatekî demokratîk? Gelo ew ê bibin çareseriya pirsgirêkên gelên bindest ên cîhanê yên ku berdêla şer didin? Na ew nabin. Em ê çi bikin? Ji ber vê yekê em ê xwe bi rêxistin bikin. Her wiha em ê nebin alîgirê van her du aliyên ku wek hev in."   Bakirhan di dawiya axaftina xwe de got: "Di dawiyê de ez vê bêjim; Pirsgirêka hilbijêrên qaçax pirsgirêkek cidî ye. We jî eleqedar dike. Ji ber ku dewlet hewl dide herêma Kurdistanê bi aboriyê terbiye bike. Lewma gelê me yê ku li wê erdnîgariyê mezin bûye çi havîn û çi zivistan; ji bo ku di înşaetê de bixebitin an jî li hin deran wekî karkerên demsalî bixebitin tên vir. Dema hilbijartinan tê, maliyeta wê jî 2-3 roj in, wekî rê filan û bêvan. Ji ber vê naçin li cihên xwe dengên xwe bi kar naynin. Îcar kesên ku serê xwe datînin ser sijdeyê û aqlê wan li ser heramiyê hilbijêrên qaçax vediguhêzin. Lê em ê jî, ji bo ku hilbijêrên xwe yên helal bişînin wir divê em di nava hewldaneke cidî de bin."