Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye 2024-02-18 10:06:03 SÊRT - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Misircê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol, destnîşan kirin ku gelê Misircê ji hemû xizmetan bêpar maye û wiha gotin: “Di warê av, parastina dengeya ekolojîk, park, qadên şînahî û jiyanî ya ji bo gel de kêmahî li navçeyê hene. Em ê van pirsgirêkan hemûyan bi awayekî seferberî çareser bikin.”   Li navçeya Misirc a Sêrtê ji sedî 90’ê nifûsê ji dengdêrên kurd pêk tê. Ji hilbijartinên sala 1999’an û vir ve, hema bêje hemû partiyên kurdan yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, di hilbijartinên li navçeya Misircê de bi ser ketine.    Di hilbijartinên sala 1999'an de namzetê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) Nezîr Gulcan li navçeyê ji 8 hezar û 419 dengan 2 hezar û 159 deng wergirtibû û bi rêjeya ji sedî 29,12'ê bi ser ketibû. Di hilbijartinên 2004'an de namzetê Partiya Sosyaldemokrat a Gel (SHP) Mûrat Ceylan li navçeyê ji 11 hezar û 592 dengan, 3 hezar û 109 deng wergirtibûn û bi rêjeya ji sedî 39,81'ê bûbû şaredar. Di hilbijartinên 2009'an de namzetê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ji 13 hezar û 879 dengan, 5 hezar û 111 deng girtibû û bi rêjeya ji sedî 46,6’an wekî şaredar hatibû hilbijartin. Lê belê tevî bertekên gel jî, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartinên 2014'an de dîsa heman namzet nîşan da û gel jî ev biryar protesto kir û neçû ser sindoqan. Lewma namzetê AKP'ê Nevzat Karaatay di hilbijartinê de bi ser ketibû.   BI TALÎMATA SOYLÛ QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN   Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Baran Akgul li Misircê ku 20 hezar û 612 hilbijêr hebûn, bi rêjeya ji sedî 50, 8 hezar û 122 deng, bûbû şaredard. Nevzat Karaatay ê ku di serdema berê de ji AKP'ê hatibû hilbijartin, bi 7 hezar û 423 dengan li pişt Akgul mabû. Piştre jî bi talîmata Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Suleyman Soylû, li gelek şaredariyên HDP'ê qeyûm hatin tayînkirin û îradeya gel hat binpêkirin. Şaredarê Misircê yê HDP’î Baran Akgul ku di 15’ê Gulana 2020’an de bi hinceta “Lêpirsîna terorê” hatibû binçavkirin, ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Li şûna Akgul Qeymeqamê Misircê Îhsan Emre Aydin wekî qeyûm hatibû tayînkirin. Gava qeyûm hat ser kar ewilî Mala Piştgiriya Perwerdehiyê û Mala Çand û Hunerê ya ku di warê perwerde û çandê de ji gel re xizmet dikir, girtibû. Qeyûm, ji sala 2020’an vir ve Şaredariya Misircê bi rê ve dibe.   LI MISIRCÊ KELECANEK MEZIN HEYE   Navçeya Misircê ya Sêrtê bi her awayî ketiye nava kelecana hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024'an. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku li navçeyê bi rêjeyeke mezin dengan digire, bi pergala pêşhilbijartinê atmosfereke hilbijartinê da çêkirin. Bi diyarbûna namzetên ku di pêşhilbijartinê de bi ser ketin jî kelecana hilbijartinê gihaştiye asteke jortir. Dem Partiyê di 13’ê meha çileyê de li navçeyê pêşhilbijartin li dar xistibû û di encama vê pêşhilbijartinê de ji jinan Sadiye Aktîn û Belkiz Beştaş Epozdemîr û ji mêran jî Alî Riza Bîngol û Ahmet Dayan ji bo tûra duyemîn mabûn. Di 14’ê çileyê de jî tûra duyemîn hat kirin û Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol wekî namzetên hevşarediyê yên Misircê hatin hilbijartin.    13 SAL IN DI NAVA SIYASETÊ DE YE   Namzeta hevşaredariyê ya Misircê Sadiye Aktîn diyar kir ku ew ji sala 2011’an û vir ve bi awayekî çalak di nava siyasetê de ye. Aktînê anî ziman ku wê ewilî bi xebatên taxan dest bi siyasetê kiriye û dûre jî du serdeman hevserokatiya navçeya navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê kiriye. Aktînê da zanîn ku wê demekê jî di nava xebatên jinan de cih girtiye û wiha got: “Niha jî, ji bo hevşaredariyê vegeriyam bajarê xwe.”   Sadiye Aktîn    ‘EM Ê ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA JINAN BIŞKÎNIN’   Aktînê bi lêv kir ku li Misircê pirsgirêkên jinan gelek in û da zanîn ku ew ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi xwe bawer in. Aktînê diyar kir ku ji aliyê aboriyê ve jin bi gelek pisrgirêkan re rû bi rû dimînin û got ku ew ê guhertinekê çêkin ku jin pêş ve biçin û ev tişt gotin: “Em ê ji jinan re derfetan ava bikin û ji bo aboriya wan cihên îstîhdamê vekin. Em ê xebatên xwe yên jinan li vir gelekî xurt bigirin û em ê jinan pêş ve bibin. Gelek jin hene ku nikarin ji malên xwe derkevin. Em ê astengiyên li pêşiya jinan bişkînin û em ê ji wan re qadan vekin.”   ‘LI NAVÇEYÊ PISGIRÊKA HERÎ MEZIN AV E’   Aktînê destnîşan kir ku li navçeyê pirsgirêka herî mezin ya jinan pirsgirêka avê ye. Aktînê anî ziman ku ava Misircê nîn e û herî zêde jî jin bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Aktînê bi lêv kir ku rastiyeke civakê ye, eleqeya mêran pir bi van tiştan nîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Projeya me ya ewil projeya avê ye. Her wiha gelek saziyên me yên jinan li vir hebûn û ji aliyê qeyûm ve hatine girtin. Em ê wan saziyên dîsa vekin. Li Misircê Mala Şînê ji bo mêran heye, lê ji bo jinan nîne. Gava em diçin nava gel, ew bi xwe jî ji vê yekê nerazîne û em ê ji bo jinan Mala Şînê vekin. Çi ji destê me bê em ê ji bo jinên Misircê bikin. Em ji bo gel li vir in. Ji zaroktiya xwe ve min guhertinek li Misircê nedîtiye.”   ‘GAVA QEYÛM TÊN EWIL SAZIYÊN JINAN DIGIRIN’   Aktînê bal kişand ser polîtîkayên qeyûm ên têkildarî jinan û wiha berdewam kir: “Qeyûm ne li vir tenê, li cihên din jî tu dê bê qey dijminê jinan e. Gava tên ewil saziyên jinan digirin. Neyartiyê bi jinan re dikin. Ji ber ku ji jinan ditirsin. Jin bi hêz in û jin xwe ji tiştekî nadin paş. Em serî natewînin, me heta îro netewandiye û em natewînin jî. Em ji gelê xwe bawer in û em ê serkeftineke mezin li Misircê bi dest bixin.”   JI CIWANTIYA XWE VE DI NAVA SIYASETÊ DE YE   Namzetê hevşaredariyê Alî Riza Bîngol (57) jî behsa xwe kir û da zanîn ku ew ji gundê Xindokê yê Misircê ye. Bîngol têkildarî jiyana xwe ya siyasî got ku ew ji ciwantiya xwe ve di nava siyasetê de ye û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Di sala 1994'an de em ji heman malbatê 7-8 kes bi hinceta ku destek dane rêxistinê hatin girtin û em bi cezayê îdamê hatin darizandin. Da xuyakirin ku di sala 1997'an de tu sûcê me tune bû, di meha 11'an a 1997'an de em hatin berdan. Heta sala 2004'an qedexeya me ya li ser siyasetê hebû. Gava qedexeya me rabû, min dîsa di bin sîwana Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ji xala ku em tê de mabûn di krîterên exlaqê însanetî û bi bîr û baweriya xwe, bi exlaqekî paqij berdewam kir.”   Alî Riza Bîngol   ‘GELÊ MISIRCÊ LAYIQÊ XIZMETÊN HERÎ BAŞ IN’   Bîngol, destnîşan kir ku navçeya Misircê di warê herêma xwe, ola xwe û doza xwe de cihekî qedîm e û gelê vê navçeyê gelekî polîtîk e. Bîngol diyar kir ku gelê Misircê doza xwe jî dizane, jiyana xwe jî dizane û sekna xwe jî dizane. Bîngol anî ziman ku lewma gelê Misircê layiqê xizmetên herî baş e û ev tişt gotin: “Lê gava em lê dinêrin, bajarê me ji hemû xizmetan bêpar maye. Bajarê me di erdnîgariyeke gelekî taybet de ye. Li ser destê me Çiyayê Mila ye û di bin destê me de jî deşt e. Hema bibêje her sê aliyên me bendav in. Di nava vê koma bendavan de bajarê me havînê mîna Kerbelayê ye. Me ji bo vê pirsgirêkê milên xwe hildaye. Em ê qet tiştê razber ve mijûl nebin û tişta ku em ê bibêjin wê şênber be. Bi destûra xwedê em ê hilbijatinê de van partiyên ku bi awayekî qirêjî û dijwarî li me dinêrin, bikin partiyên tabelayê.”   ‘VEGUHESTINA HILBIJÊRAN JÎ VERSIYONEKE CUDA YA POLÎTÎKAYÊN QEYÛM E’   Bîngol jî bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û da zanîn ku heke qeyûmek bajarekî ji zîv derxe û bike nava zêr jî navê wî qeyûm e. Bîngol anî ziman ku sedem jî ev qeyûm ne vîna vî gelî ne. Bîngol diyar kir ku heta niha tu hevalên wan ên ku hevşaredarî kirine, tu nelirêtî nekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên me tenê xwestine ji bo welatê xwe, gelê xwe ked bidin. Lê heke em nelirêtî, dizî hwd. ên qeyûman bibêjin, li vir heta bajarê ku jê hatine rê çêdibin. Ev yek qedera vî gelî nîne û ev gel vê tiştê qebûl nake. Heta niha çend hevşaredarên me ji bo nelirêtiyan ji kar hatine dûrxistin? Tiştekî wisa nîne. Li gor me ev pergala veguhestina hilbijêran jî, versiyoneke cuda yê qeyûm e. Em di vî warî de şiyar in. Em ê qeyûm li navçeya xwe û li hemû bajarên xwe di sindoqan de bihêlin. Ti qencî û başiya qeyûm negihiştiye ti kesî, ti welatî, ti bajarî.”   ‘EM Ê BI XIZMETA XWE BIBIN XALA YEKEMÎN’   Bîngol da zanîn ku ew li gelek cihan geriyane û ew xizmetên li wan deran tên kirin yekê jî di bajarê xwe de nabînin. Bîngol destnîşan kir ku ji bilî mafên mirovan ê jiyanî, di warê av, parastina dengeya ekolojîk, park, qadên şînahî û jiyanî ya ji bo gel kêmahî li navçeyê hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê van pirsgirêkan hemûyan bi awayekî seferberî çareser bikin û bajarê xwe di Kurdistanê de bînin xala yekemîn. Em ê di xizmeta xwe de jî bibin xala yekemîn. Vîna gelekî pir tiştekî mezin, pîroz û bi qîmet e. Em ê destûr nedin ku hinek bi lîstokan, bi qirêjiyan bixwazin vîna me bişkînin. Divê di vî warî de em şiyar bin.”   MA / Bazîd Evren