Midûrê kana madenê hate binçavkirin 2024-02-18 12:12:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî karesata madenê ya li navçeya Licikê, midûrê şîrketê yê Tirkiyeyê hate binçavkirin.    Lêpirsîna têkildarî hezaza li kana madenê ya Anagoldê ya li navçeya Licik a Erzînganê didome. Di çarçoveya lêpirsînê de “Midûrê Welat ê Tirkiyeyê” yê şîrketê C.D. hate binçavkirin. Piştî karûbarênên îfadegirtinê, sewqî Edliyeya Licikê hate kirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberê fîrmayê yê kanadayî jî di nav de têkildarî kana madenê 6 kes hatine girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.