Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn 2024-02-18 15:37:05   ÊLIH - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bal kişand ser bikaranîna madeyên hişbirê, ereq û cigareyê ya li welêt û tevdîrên divê bên girtin rêz kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî bikaranîna tiryakê ya di demên dawî de li bajar zêde bûyî, li Parka Ataturkê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bendî nebe azad be” hate vekirin. Nûnerên odeyên girêdayî Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û endam û rêveberên Sendîkaya Karkerên Rêsandina Kevil û Tekstîlê (DERÎTEKS) tev li daxuyaniyê bûn.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Petrol Îş’ê ya Êlihê Veysel Kartal di daxuyaniyê de axivî û got ku bendîbûna madeyên hişbirê rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran vedike. Kartal, diyar kir ku bikaranîna ereq û cigareyê jî gelemperî di temenê balixbûnê de dest pê dike û wiha domand: “Bikaranîna hişbirê jî gelemperî di bin temenê 20 saliyê de dest pê dike. Li gorî lêkolînên têkildarî nifûsa ciwan a Tirkiyeyê, ji nîviyê zêdetirî ciwanan cigareyê dikişînin. Ji sedî 35-45 jî herî kêm carekê ereq vexwarine. Her wiha ji sedî 8’ê ciwanan jî madeyên hişbirê bi kar tînin. Ji bo pêşîlêgirtina bendîbûna hişbirê, divê tevdîr bên girtin ku nekarin bi hêsanî peyda bikin. Her wiha divê naverokên medyayê yên têkildarî hişbirê bên bisînorkirin, li dibistanan servîsên rêbertiyê bên xurtkirin, têkiliya di navbera dibistin, xwendekar û malbatan de were xurtkirin, navend û xizmetên piştgiriyê yên ciwan lê demên berhemdar derbas bikin bên vekirin.”