Midûrê kana madenê hate berdan 2024-02-18 16:49:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê şîrketa li Licikê kana madenê dida şixûlandin di çarçoveya lêpirsîna karesatê de hatibû binçavkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Lêpirsîna têkildarî hezaza li kana madenê ya Anagoldê ya li navçeya Licik a Erzînganê didome. Di çarçoveya lêpirsînê de “Midûrê Welat ê Tirkiyeyê” yê şîrketê C.D. hate binçavkirin. Piştî karûbarênên îfadegirtinê, sewqî Edliyeya Licikê hate kirin. C.D., bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberê fîrmayê yê kanadayî jî di nav de têkildarî kana madenê 6 kes hatine girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.