ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-19 09:01:22 * Endamê OHD’ê parêzer Mûstafa Ozoral destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê mînaka bêhiqûqiya herî şênber e û anî ziman ku di çareseriya gelek pirsgirêkan de muxatab rasterast Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.    * Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû diyar kir ku heta ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Yekane tişta civakan ji hev cuda dike ziman e.”   * Hevseroka Komeleya Lêkolînê Kurd Remziye Alparslan diyar kir ku ziman ji bo civakê dîrok, bîr û çandê temsîl dike û anî ziman ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin.   * Karkerên ku di 13'ê Sibatê de li navçeya Licik a Erzînganê di bin axê de man hêj nehatine dîtin. Ji 13'ê Sibatê de lêgerîna karkeran didome, lê hêj karker nehatine dîtin. Li navçeya Elbîstanê ya Mereşê jî 13 sal berê 9 karkerên madenê di bin hezazê de mabûn, lê hêj cenazeyên wan nehatine dîtin.    * Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi pergala hevserokatiyê pêkan e û wiha got: “Di pergala hevserokatiyê de pirek bi saziyên sivîl ên civakî tê avakirin û ev jî dihêle ku jin sûdê ji xizmetê wergirin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)    * Li avahiya Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 1'an a Amedê dê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê semînerek were lidarxistin. (11.00)   * Li gelek bajaran ji bo namzetên DEM Partiyê dê çalakiyên pêşwazîkirinê bên lidarxistin. (13.00)    * Şaxa OHD'a Stenbolê têkildarî rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay ê 30 sal in girtî ye û berdana wî tê astengkirin dê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (13.00)   * Danişîna 13'emîn a derbarê kuştina Necmettîn Fendîk ê di serdegirtina malê ya polîsan de di encama guleberdanê de li navçeya Gever a Colemêrgê hate qetilkirin de hatiye vekirin dê bê lidarxistin. (13.00)    * Li Wanê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dê bi dirûşmeya "Em ji bo kurdî dimeşin" meş were lidarxistin. (17.00)