Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e 2024-02-19 09:05:12 WAN - Endamê OHD’ê parêzer Mûstafa Ozoral destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê mînaka bêhiqûqiya herî şênber e û anî ziman ku di çareseriya gelek pirsgirêkan de muxatab rasterast Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, 35 meh in bi tu awayî agahî nayên girtin. Tecrîda mûtleq a 25 sal in li Girava Îmraliyê tê meşandin, bi astengkirina hevdîtinên malbat û parêzeran û agahînegirtina mûtleq a 35 mehan didome.      Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Mûstafa Ozoral, asta hiqûqî ya tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û rewşa agahînegirtinê nirxand.    Ozoral, anî ziman ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan polîtîkayeke li ser esasê tepisandina daxwazên herî rewa yên gelekê ne û wiha got: “Ev 35 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Ocalan di bin navê ‘cezayên dîsiplînê’ de tên redkirin. Tecrîd, berdewama komploya navnetewî ye. Tevî ku komplo bi armanca tepisandin, tinekirin û tirsandina daxwazên demokratîk ên gelê kurd e jî, tecrîd di heman demê de bi armanca tepisandin, şikandin û têkbirina maf û daxwazên gelê kurd ên li ser bingeha demokratîk e.”   MÎNAKA HERÎ ŞÊNBER A NENASKIRINA HIQÛQÊ    Ozoral, diyar kir ku Tirkiye bi pergala xwe ya tecrîdê re hem hiqûqa navxweyî hem jî hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û wiha berdewam kir: “Dema ku em bi giştî li cîhanê dinêrin, dibînin ku cezayekî bi vî rengî nîne. Dema ku em hem hiqûqa pozîtîf a li Tirkiyê û hem jî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye girêdayî wê ye li ber çavan digirin, li tu deran cezayekî weke tecrîdê nayê pêkanîn. Polîtîkaya tecrîdê mînaka herî şênber a nenaskirina hiqûqê û nebicihanîna qanûnan e. Tecrîda li Îmraliyê di rastiyê de rêbazek e ku Tirkiyeyê qanûnên xwe yên navxweyî û navneteweyî binpê kiriye ye.”   ‘MÛXATABÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E’    Ozoral, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin divê tecrîda li ser Ocalan tê meşandin demildest bê bidawîkirin û ev tişt gotin: “Tê xwestin ku tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin li ser hemû dînamîkên civakê jî bidin meşandin. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin divê bi mûxatabê ewil birêz Ocalan re teqez hevdîtin were kirin. Dema mûxatabê çareseriyê hate tecrîdkirin, pirsgirêk qet çareser nabin. Li cihekî ku tecrîd berdewam dike em nikarin qala çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd bikin. Li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka kurd çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîda li Îmraliyê ye. Çareseriya wê jî bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan e. Ji ber ku birêz Ocalan li Tirkiyeyê rasterast mûxatabê çareseriya gelek pirsgirêkan e.”