Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e 2024-02-19 10:39:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Hêmîn Hesen hevdîtina Barzanî-Fîdan nirxand û diyar kir ku Tirkiye plana operasyoneke berfireh dike û wiha got: “Ji bo vê jî piştgiriyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze. Meseleya Tirkiyeyê ne PKK ye, dijminatiya li kurdan e.”    Êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê nêzî 2 sal in bênavber didomin. Şer roj bi roj girantir dibe û hejmara leşkerên tên kuştin û birîndarkirin jî zêdetir dibe. Bi taybet jî di demên dawî de artêşa tirk windahiyên mezin dan. Li ser vê yekê rayedarên dewleta tirk hevdîtinên xwe yên li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê zêdetir kirin. Herî dawî di 60’emîn Konferansa Asayîşê ya Mûnîh a  ku li Almanyayê hatiye li dar xistin de Serokê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi  Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re li ser geşedanên dawî civiya.    Rojnameger Hêmîn Hesen ku geşedanên li herêmê jinêzve dişopîne, têkildarî hevdîtinên dawî û rewşa dawî ya şer bi ajansa me re axivî.    ‘TIRKIYE DIXWAZE DI ŞER DE HEMÛ HÊZAN LI DIJÎ PKK’Ê BI KAR BÎNE’    Rojnameger Hesen, diyar kir ku Tirkiye di van hevdîtinan de ji Iraq û Herêma Kurdistanê piştgirî xwestiye û wiha got: “Dewleta tirk beriya niha bi çend rojan gelek şand şandibûn Iraq û Hewlêrê. Şandeya yekemîn bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêk dihat. Fîdan li Bexda û Hewlêrê ev hevdîtin kir. Bi taybetî jî bi PDK û malbata Barzanî re civiya. Armanca sereke ya van hevdîtinan ew bû ku dewleta tirk dagirkeriya xwe ya li ser xaka Iraqê berfirehtir bike, zêdekirina bombebarana li herêmê, zêdekirina êrişên li dijî sivîlan û zêdekirina hejmara baregehên leşkerî  ya li nava xaka Iraq û Kurdistanê bû. Her wiha dixwazin Iraq û Herêma Kurdistanê bi temamî li dijî PKK’ê li gel wan cih bigirin û şer bikin. Dixwazin hemû hêz û berpirsên hikûmetê yên Iraq û Herêma Kurdistanê bikşînin nav şerê li dijî PKK’ê.   TIRKIYE DIXWAZE KURDAN BI HEV BIDE ŞERKIRIN   Bêguman yekane armanc ev nîne. Her wiha dixwaze aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî kurdan di navbera xwe de bide şerkirin. Bi vê yekê re dewleta tirk dixwaze tenê şer ji dûr ve temaşe bike û dema pêwîst kir jî xwe bide aliyekî. Ji bilî vê tu armanceke din a Tirkiyeyê nîne. Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Munihê ya Almanyayê de bi Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Ev çend roj in behsa wê tê kirin û Mesrûr Barzanî herî dawî bi Erdogan re hevdîtin kir. Dewleta tirk di her firsendê de hewl dide Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî PKK’ê bixe nava şer. Xuyaye ku di vê mijarê de biisrar e.”    ‘MESELE NE PKK DIJMINATIYA KURDAN E’    Di berdewamê de Hesen bi lêv kir ku şerê Tirkiyeyê daye destpêkirin ne li dijî PKKê ye, li dijî gelê kurd e û wiha domand: “Dewleta tirk dixwaze hemû aliyên Herêma Kurdistanê di xizmeta wê de bin. Dixwaze ku dema bi balafirên bêmirov û balafirên şer êriş kir, tu kes nerazîbûna xwe nîşan nede. A rast ev şer ne li dijî PKK’ê ye, li dijî gelê kurd e. Kurd li kîjan deverê destkeftiyekî bidest bixin, dewleta tirk êrişî wir dike. Di salên borî de kurdek dema li welatên Ewropayê bû rayedar, rastî astengiya Tirkiyeyê hat û îtîrazên dewleta tirk çêbû. Kurd li ku bin bila bibin dibin hedefa dewleta tirk. Anku mesele ne PKK ye, dijminatiya kurdan e. Dewleta tirk dixwaze hemû kurd weke tirk bijîn û weke tirkan serî bitewîne.”   ‘PDK JI BO ÊRIŞA TIRKIYEYÊ HEMÛ HÊZA XWE SEFERBER KIRIYE’   Bi domdarî Hesen destnîşan kir ku di hevdîtinan de rayedarên tirk bi avê gef li Iraqê xwariye û ev tişt anî ziman: “Iraqê ji helwesta xwe ya li hemberî van gefan tawîz nedaye. Li ser helwesta Iraqê ya di hevdîtinan de ez dikarim vê yekê bibêjim; Iraq ne tenê ji êrişên Tirkiyeyê bi giştî jî bi êrişên hêzên derve yên li ser xaka Iraqê aciz e. Iraq van êrişan qebûl nake. Çi niyeta Iraqê ya şerê li dijî PKK’ê nîne. Gef û şantajên dewleta tirk Iraqê bandor nake. Dewleta tirk dixwaze Iraq bi tank û topên xwe ji bo wan şer bike. Weke tê zanîn ji aliyê Tirkiyeyê ve ambargoya avê li ser Iraqê heye. Tirkiye di hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re diyar dike ku heke alîkariyê bidin wan ew ê avê berdin. Tirkiye ji bo ku li dijî PKK’ê şer bike, avê weke şantajê bi kar tîne. Lê Iraq ne di rewşekê wisa de ye ku serî li ber van gef û şantajan bitewîne. Tirkiye plan dike ku di bihar û havînê de operasyoneke nû û berfireh li dar bixe. Dixwaze Iraq û Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê bidin. Di her rewşê de PDK’ê hemû hêza xwe seferber kiriye da ku ev operasyonên dewleta tirk encam bigirin. Li gorî agahiyên ku me li herêma Behdînanê bi dest xistine, ji dewleta tirk re rê tên çêkirin, bingehê avakirina baregehên leşkerî û hêsankirina xebatên wan tê kirin.”   ‘YNK DI SEKNA XWE DE TAWÎZÊ NADE’    Rojnameger Hêmîn Hesen bal kişand ser helwesta YNK’ê û got ku ji ber helwesta xwe ya neteweyî, her tim rastî gefên dewleta tirk tê. Hesen, axaftina xwe wiha qedand: “Ev demekî dirêj e dewleta tirk gefan li YNK’ê dixwe. Her kes mereq dike bê ka Silêmanî dê li dijî van gefan helwestekî çawa raber bike. Helwesta xelkê Silêmaniyê û Kurdistanê zelal e. Gelê Silêmaniyeyê hemû êrişên dewleta tirk û her cureyên hevkariya bi wê re red dike. Naxwazin YNK tawîzê bide. Bafil Talebanî di bernameyeke hefteyek berê de got; ‘Mam Celal ev nekiriye, em ê çawa bikin?’ Xuyaye ku dagirkeriyê napejirînin û piştgiriyê nadin. Anku daxwazên dewleta tirk pûç û vala derxist. Gelê Silêmaniyeyê amade ye berdêla vê yekê bide lê hevkariya dewleta tirk nake.”