Li Gemlîkê erdhej çêbû 2024-02-19 11:33:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gemlîkê ya Bursayê bi pileya 3.5 erdhej çêbû.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku li Gemlîk a Bursayê bi mezinahiya 3.5’ê erdhej çêbû. Erdhej, 13.2 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.