Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin 2024-02-19 13:54:44   AMED - Li Amedê duh bi şev ve ji Mesût Ozdemîr ê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin.    Mesût Ozdemîr (39) ê astendarê zîhnî ku li navçeya Farqîn a Amedê rûdine, duh li Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê ku bi dayika xwe re hatibûyê winda bû. Dayik û xizmên wan li ser vê yekê serî li miduriyeta polîsan dan. Ji malbatê re hate gotin ku heta bi ser bûyerê re 24 saet derbas nebin nikarin tiştekî bikin.    Pismamê Ozdemîr ê astengdarê zîhnî, Sûat Ozdemîr wiha got: “Pismamê min ji duh êvarî ve winda ye. Astengdarê zîhnî ye. Ne vir nas dike û ne jî kesên wî nas dikin hene. Beriya niha li Farqînê winda bûbû. Ji ber Farqîniyan ew û em dinasîn dianîn malê.”   Ozdemîr, bang kir ku heke hate dîtin ji malbatê re were ragihandin. Telefona malbatê ya ji bo têkiliyê wiha ye: 0532 520 21 30