Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî 2024-02-19 20:19:49   WAN  - Li Wanê bi beşdariya 24 saziyan bi boneya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" meşek hat lidarxistin. Di meşê de wiha hat gotin: "Zimanê me rûmeta me ye."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" bi beşdariya 24 saziyan li ber Navenda Karsaziyê ya Aydin Perîhanê daxuyanî hat dayîn û ber bi Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) ve meşek hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de girseyê dirûşmeya "Zimane me rûmeta me ye" berz kir û pankartên "Bila zimane kurdî bibe zimanê fermi û perwerdehiyê" hat vekirin.   ‘KURDÎ ZIMANÊ HERÎ KEVN Ê MIROVAHIYÊ YE'   Di daxuyaniyê de Hevserokê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEMPartiyêê Hemîd Dilbihar axivî. Dilbihar diyar kir ku niha gelek ziman ketine nava pençikên asîmîlasyonê û got ku yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye. Dilbihar got: "21'ê Sibatê, wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Lê mixabin îro ro gelek ziman hene ku statu û siberoja wan nediyar e; bi xetereya asîmlasyonê re rû bi rû ne. Îro li Anatoliyê zimanên wekî suryanî, lazî, boşnakî, hemşînî, çerkezî, ermenî, romanî û erebî hene. Yek ji zimanên ku ber bi windabûnê ve diçe, zimanê kurdî yê bi dehmilyonan kurdan e. Divê baş bê zanîn ku zimanê kurdî zimanê herî kevnar û dewlemend ê mirovahiyê ye."   Dilbihar anî ziman ku zimanê kurdî hebûn, nasname û bingeha kurdan e û got: “Zimanê kurdî ruh, hiş û bedena kurdan e. Zimanê Kurdî stûna yekîtiya neteweya kurd e. Bê ziman kurd û Kurdistan nabe. Kurd û Kurdistan yek in û ji hev nayên cudakirin. Yek bêyî yê din nabe. Azadiya zimanê kurdî jî azadiya kurd û Kurdistanê ye. Ev têkoşîna azadiyê ya 50 salan a gelê kurd, ev rastî nîşan da û bi bîr xist. Kurd têkoşîna xwe ya parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê xwe didomînin. Ji aliyê din ve, îro jî hêzên serdest bi bikaranîna rêbaz û amûrên nûjenkirî zimanê kurdî dorpêç dikin û hewl didin sînordra bikin. Lê divê baş bê zanîn ku zimanê kurdî û tekoşîna ji bo wî mijareke stratejîk û xeta me ya sor e. Zimanê kurdî jî wek zimanên îngîlîzî, almanî, fransî, erebî, farisî, tirkî û hemû zimanên din xwedî mafên bingehîn e. Ev, rastiyeke ku nayê nîqaşkirin e. Lewma, divê bi milyonan kurd û hemû tevger, partî, sazî, rêxistin û derdorên kurd ji bo azadiya zimanê xwe bibin yek."   Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan ber bi avahiya ARSÎSA'yê ve meşiya.