Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne 2024-02-20 09:03:48 COLEMÊRG - Çalakiya ku malbatên girtiyan li Geverê ji ber qedexeyan neçar man navberê bidinê piştî 8 salan jinûve dest pê kir. Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen, destnîşan kir ku heta windakirî bên dîtin û faîl werin darizandin dê têkoşîna wan bidome.  Têkoşîna ji aliyê xizmên windakiriyan ve ji bo aşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên di salên 1990’î de di bin çavan de hatin windakirin û darizandina berpirsan hat destpêkirin bê navber berdewam dike.   Têkoşîna ku Dayikên/Mirovên Şemiyê di 7’ê Gulana 1995’an de bi daxwaza “Bila windayên di bin çavan de bên dîtin, aqûbeta windakiriyan bê aşkere kirin, berpirsyar bên dîtin û darizandin” bi rûniştina li Qada Galatasarayê dest pê kir, pişt re li bajarên cuda belav bû. Yek ji bajarê ku tevî sir û seqem û zivistanê jî her hefte tên bahev navçeya Gever a Colemêrgê ye. Çalakiya li vê derê di 30’ê mijdara 2013’an de dest pê kir. Malbatên Windakiriyan ji ber qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015 û 2016’an de hatin îlankirin, neçar man ku di hefteya 99’emîn a çalakiya xwe de navberê bidine çalakiya xwe.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û malbatên windakiriyan piştî 8 salan jinûve dest bi çalakiya xwe ya ku navber dabûnê kirin. Malbatên windakiriyan ku di meha kanûnê de dest bi hatina bahevkirin, daxwazên heman tînin ziman.     Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen   ‘EV LÊGERÎNEKE MAF E’    Yek ji rêvebera Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen, têkildarî çalakiya xwe ya jinûve dest pê kir axivî û anî ziman ku qedexeyên li bajêr bandor kirin ku navberê bidin çalakiya xwe. Şen, da zanîn ku li bajêr bi ser 70’yan de mirov winda ne û bi lêv kir ku têkoşîna wan a ji qada Galatasarayê dest pê kir û belavî bajarên din bû, têkoşîneke mafdar e.    Şen, destnîşan kir ku dê di her şert û mercê de berxwedana xwe bidomînin û anî ziman ku divê rayedar ji cînayetên kiryarên ne diyar ên pêk hatin şerm bike. Zengîn di berdewama axaftina xwe de wiha ev tişt gotin: “Divê Tirkiye qet nebe bi aşkerakirina kiryaran re berdêla vê bêberpirsyariyê bide. Divê ev faîl bên darizandin û cezakirin. Ji ber vê yekê divê em têbikoşin. Li dijî kesên di sala 2016’an de hewl dan me tepisînin, tevî qedexeya çalakî û aktîvîteyan jî em ê bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin. Ev lêgerîneke maf e. Ev sozên ku me dane malbatên mirovên hatine qetilkirine ne.”   ‘DIVÊ FAÎL BÊN CEZAKIRIN’    Zengîn, destnîşan kir ku dest ji lêgerîna windayan û pirsîna aqûbeta wan bernadin û ev tişt gotin: “Yekane rêya çareseriyê heye; divê kujerên cînayetên kiryarên nediyar bên aşkerekirin û cezakirin. Tevî vê yekê divê bedenên zarok û xizmên wan radestî malbatên me bên kirin. Em qet dest ji vê têkoşîna mafdar bernadin. Bila kûjer bên dîtin, bedenên cînayetên kiryarên nediyar radestî me bên kirin.”   MA / Mazlûm Engîndenîz