Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be 2024-02-20 11:39:40   STENBOL - Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê”, ji bo hin serdanan bike hate Stenbolê.    Li dijî tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 35 meh in agahî jê nayê wergirtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Taybet tê ragirtin, şandeyek ji Ewropayê hate Stenbolê. Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” ku di nava wan de parlamenter jî hene, dê du rojan li vir hin serdanan pêk bînin. Navnîşana şandeyê ya îro ya ewil bû Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê dike.    EWILÎ SERDANA BUROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ KIRIN    Şandeyê serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li Beyoglûyê kir. Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Rêzan Sarica û Mazlûm Dînç û Berdevka Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunayê şande pêşwazî kirin. Nûnera Partiya Çep a Almanyayê Konstanze Kriese, Seroka EFA’yê Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Partiya Çep a Swêdê û Forûma Çep Ann Jessica Theresa Karlqvîst, Senatorê Meclisa Netewî ya Îspanyayê ya Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Wekîla Parlamentroya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages, Senatora Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Clément Evans û parlamentera Partiya Sor a Norveçê Hege Bae Nyholt di nav şandeyê de cih digirin.    AGAHDARKIRINA DERBARÊ TECRÎDA MÛTLEQ DE   Parêzer Îbrahîm Bîlmez, di serdanê de qala hewldanên ji bo rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan dikin kir. Bîlmez, der barê bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî yên li dijî tecrîda Îmraliyê û hewldanên navneteweyî yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re agahî da şandeyê.    Bîlmez ê piştî serdana ku ji çapemeniyê re girtî berdewam kir axivî û wiha got: “Li ser tecrîda li Girava Îmraliyê li muwekîlên me tê kirin me agahî dan û diyar kir ku ev hevgirtin ji bo me pir girîng e. Em dixwazin rê li ber hemû însîyatîfên hiqûqî vebikin ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ji bo vê jî serdana şandeyê ji bo me pir girîng e.   ŞANDEYÊ DAXUYANÎ DA    Dû re metnê ku şandeyê amade kir hate xwendin. Di metnê de hate destnîşan kirin ku bandora neçareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û herêmê berdewam dike û wiha hate gotin: “Ji destpêka damezrandina HEP’ê ya di salên 1990’an de ve bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê girtî, hêzên siyasî yên ku nûnertiya vîna gelê kurd temsîl dikin, bang dikin ku dijminahî bên bidawîkirin û di navbera hikumeta tirk û tevgera azadiyê de muzakereyên aştîxwaz bên kirin. Ev bang bi êriş û zextên dewleta tirk ên berdewam dikin re rû bi rû man. Ev zext di hilbijartinên giştî yên dawî yên Tirkiyeyê de jî hatin dîtin ku hewldanên HDP’ê yên ji bo tevlibûn û kampanya bi awayekî azad a bi namzetên xwe re hatin astengkirin. Em weke nûnerên partiyên demokratîk ên Ewropayê bi Konseya Ewropayê re em ê ji bo mafên bingehîn ên kesên dixwazin li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk peywîra xwe ya siyasî bikarbînin kampanyayekê bimeşînin. Divê tevlibûna demokratîk a mûxalefetê neyê sînorkirin, zilm lê neyê kirin û dengê wan neyê birîn.”   PIŞTEVANIYA BI DEM PARTIYÊ RE DESTNÎŞAN KIRIN    Di berdewama metnê de ev tişt hatin gotin: “Em darizandinên neheq û dozên bi motîvasyonên siyasî yên li dijî muxalîfan û nûnerên wan ên siyasî şermezar dikin. Ji bo vê jî ji bilî çavdêriya hilbijartinê em ê pêvajoyên darazê yên domdar bişopînin û raporên ku pêşkêşî raya giştî kirine destek bikin. Em ji hewldanên nû yên ji bo binçavkirin û çavtirsandina namzetên DEM'ê û nûnerên hilbijartî bi fikar in.”   ‘DEMA BERDANA OCALAN E’    Di metnê de hate destnîşan kirin ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were pêkanîn û wiha hate gotin: “Ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriya siyasî ya aştiyane û mayînde ya pirsgirêka Kurd, hem zexta li ser partiyên siyasî yên legal, hem jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê bi dawî bibe. Abdullah Ocalan ji sala 2005’an û vir ve modela Konfederalîzma Demokratîk diparêze. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke binpêkikirine aşkere ya mafên mirovan û hiqûqa navnetewî dibînin û şermezar dikin. Êdî dem dema aştî û jiyana bi hev re ye. Dem dema serbest berdana Abdullah Ocalan e. Li Rojhilata Navîn dem dema aştiyê û jiyana bi hev re ye.”   Metnê daxuyaniyê bi van gotinan bi dawî bû: “Tevî Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re, hemû rêxistinên li vir tên temsîlkirin, wê xebatên xwe yên ji bo seferberkirina çavdêrên hilbijartinê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê bidomînin. Em ê piştgiriya xwe ya Delegasyona Ewropayê ku DEM Partiyê di navbera 19 û 21’ê sibatê de lidarxist bidomînin. Em ê bi kêfxweş bibin ku parlamenterên ji neteweyên cuda ji bo destekkirina mafê DEM Partiyê bên bi rengekî azad tevli hilbijartinê bibin.”   Şandeyê pişt re pirsên rojnamevanan bersivandin. Şande dê tevahiya rojê bi rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî re bê bahev.