Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan 2024-02-20 14:02:32   RIHA - Sînan Sutpak ê 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û diviya par bihata berdan, bi hinceta “Enerjiya wî ya jiyanê kêm e” nayê berdan.    Înfaza Sînan Sutpak ê di 3’yê gulana 1993’yan de hatiye girtin û derbarê wî de cezayê muebetê hatiye dayîn, tevî ku înfaza xwe temam kiriye jî neye berdan. Sutpak piştî ku hate girtin, bi dorê li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş û herî dawî ya li Yozgatê hate ragirtin. Sutpak di 3’yê gulana 2023’yan de înfaza xwe temem kir lê belê ji ber Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê derbarê Sutçu de rapora “xweşhal nîn e” amade kiriye, berdana Sutçu 3 mehan hate taloqkirin. Sutçu ê berdana wî bi heman sedemê, di mahên tîrmeh û cotmehê de du caran hatiye astengkirin, diviya îro bihata berdan. Îdareya girtîgehê cara çaremîn bi hinceta “xweşhal nîn e” berdana Sutçu asteng kir.    SEDEM: NEBÛ ÎTÎRAFKAR   Ji neberdana Sutçu ev hincet hate nîşandan; “Dema ji girtîgehê derdikeve jî enerjiya wî ketî ye, piştî ku ketiye girtîgehê têkiliya xwe bi rêxistinê re qut nekiriye, nebûye îtîrafkar, dest ji ramanên xwe yên bîrdozî bernedaye, rêxistinê wek ‘rêxistineke terorê’ nabîne, tu gotinên wî yên poşmantiyê nîn in, meyla wî ser kirina sûc heye.”