Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin 2024-02-20 14:05:14   AMED - Astengdarê hiş Mesût Ozdemîr ê du roj berê danê êvarê li Amedê winda bûbû, hate dîtin.    Astengdarê hiş Mesût Ozdemîr ê berî 2 rojan bi dayika xwe re ji navçeya Farqînê Amedê hatibû semta Ofîsa Bajarê Nû û winda bûbû, hate dîtin. Dema ku malbat ji bo peydakirina Ozdemîr serî li Midûriyeta Emniyeta Amedê dabû, midûriyetê vê bersivê dabû malbatê: “Heya ku 24 saet ser derbas nebin em nikarin tiştekê bikin.”    Piştî bangên malbatê yên bi rêya çapemeniyê, Ozdemîr duh bi şev hate dîtin. Ozdemîr li Lûnaparka navçeya Peyasa Amedê ji hêla welatiyekê ve hate dîtin. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya Ozdemîr baş e.