DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt 2024-02-20 15:30:18 ENQERE - DEM Partiyê biryar girt ku li Îzmîr, Mûgla û Balikesîr û hemû navçeyên wan bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Îzmîrê bû Akin Bîrdal.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) biryar girt ku li 3 bajarên din ên mezin ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê. Li gorî biryara nû ya partiyê wergirt, dê li bajarên mezin ên weke Îzmîr, Balikesîr û Mûglayê û hemû navçeyên wan bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê.    NAMZETÊ ÎZMÎRÊ AKIN BÎRDAL E   Namzetê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bû Akin Bîrdal. Hate diyarkirin ku namzeta din a hevşaredariyê dê pişt re were aşkerekirin. Li aliyê din namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Balikesîrê bûn Mehmet Raûf Kocaman û Nazli Baybas û namzetên Mûglayê jî bûn Yûsûf Ûlûdag û Candan Susoy.