Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû 2024-02-20 20:00:41   ENQERE – DEM Partiyê biryar girt ku li navenda Edeneyê û 4 navçeyên wê namzetiyê deyne. Parêzer Ayşe Zîlan bû namzeta Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya DEM Partiyê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) biryar girt ku dê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê li navenda Edeneyê û 4 navçeyên wê namzetiyê deyne. Li gor biryara partiyê ji namzetên Hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê yek jê Parêzer Ayşe Zîlan e.    Partiyê li van navçeyên Edeneyê jî namzetî danî:   *Namzetên Şaredariya Seyhanê: Sever Ûzûn û Mehmet Karakiş   *Namzetên Şaredariya Yuregîrê: Şukran Efeturk û Dûrmaz Ozmen   *Namzetên Şaredariya Çûkûrovayê: Feyrûze Gumuş û Mehmet Can Çelîk   *Namzetên Şaredariya Ceyhanê: Delal Mamûk û Cemal Gok