Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye 2024-02-21 09:59:57   XARPÊT - Li navçeya Depê ku serdemekê şaredarî di destê qeyûm de serdemekê jî di destê AKP’ê de bû, welatiyên me mîkrofon dirêjî wan kirin wiha gotin: “Xizmet nekirin, navên gundên me jî guhertin. Em guhertinê dixwazin. Pisûlaya me DEM Partî ye.”   Hilbijêrên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên li navçeya Depê ya Xarpêtê, bi biryar in ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de rêveberiya şaredariyê bigirin. Dema Şaredariya Depê di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû di sala 2017’an de Hevşaredar Bûrhan Kocaman û Cennet Ayik bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ku di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de hatibû derxistin, hatin girtin. Bi girtina hevşaredaran re Wezareta Karên Hundir Qeymeqamê Navçeyê weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de jî bi rêbaza veguhestina hilbijêran rêveberiya şaredariyê derbasî AKP’ê bû.    Li navçeya ku nêzî 2 serdem in ji aliyê qeyûm û AKP’ê ve tê birêvebirin, DEM Partî di hilbijartinên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin bi îdia ye. Li navçeya ku xebatên hilbijartinê dest pê kir me mîkrofon dirêjî welatiyan kir, meyîlan wan pîva.    Mûhammet Karadûman ê anî ziman ku demekî dirêj e li Ewropayê dijî, anî ziman ku di sala 2013’an de vegerî welatê xwe û wiha got: “Yekane daxwaza me zimanê me û azadiya me ye.” Karadûman, bi lêv kir ku ji sala 2013’an ve dengê xwe dide partiyên kurd û bang li gelê navçeyê kir ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de dengê xwe bidin DEM Partiyê.    ‘EZ Ê DESTÊ XWE DEYNIM SER WIJDANA XWE’    Celal Gurza yê 63 salî jî anî ziman ku di her hilbijartinê de dengê xwe dide partiyên kurd û wiha axivî: “Dema ez çûm ser sindoqê ez ê destê xwe deynim ser wijdana xwe û dengê xwe bidim partiya xwe. (DEM Partî). Pisûlaya min ew e, DEM Partî ye. Hêvî dikim ku em ê serbikevin.”    ‘NAVÊN GUNDAN GUHERTIN’    Resûl Dogan destnîşan kir ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê û wiha got: “Em rastî heqaretê tên, mafên me nadin me, navên gundên me cihên em lê dijîn jî guhertin. Tirk çawa bin kurd jî wiha ne… Çima navên me diguherînin? Navên hemû gundên li vir guhertine. Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiya ku rêzê ji nasnameyên cuda re digire.” Dogan, diyar kir ku di her firsendê de ji kurdan re “terorîst” tê gotin û wiha axivî: “Dema deng dan wan, ji kurdan baştir kes nîne. Heke kurd ‘terorîst’ bin, ev yek wan afirand. Heke rêz ji mafê kurdan re hatibûya nîşandan nedibûn ‘terorîst’. Heta ku mafê kurdan neyê dayîn dê li ber xwe bidin.”   ‘EM Ê HER TIM BI BIRYARÎ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’    Kazim Kaya yê got ku “diyar e ku em ê dengê xwe bidin kê, ji bilî xwe em dengê xwe nadin tu kesî” û wiha got: “Em her tim rastî zilm û heqaretê tên. Bila her tişt baş be lê tiştên diqewimin li ber çavan e, zilm û heqaret zêde ye lê em ê her tim bi biryarî têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘ŞAREDARÎ VEGUHERANDIN ŞÎRKETA MALBATÊ’    Welatiyekî din ê bi navê Hakan Ozkan jî diyar kir ku dê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Her tişt li ber çavan e, ez dikandar im nikarim debara xwe bikim. Divê ev pergal were guhertin. Şaredarî veguheriye şîrketa malbatê, birazî, xwarzî derdikeve, xal dikevê pişt re dewrî biraziyê xwe yê din dike. 5 sal in bi rê ve dibin, bikevin navbera kolanan ka di çi rewşê de ne?”   Aytekîn Aslan jî bi lêv kir ku li bendê ne ku kesê/a ku dê bê hilbijartin xizmetê bike û wiha got: “Rewşa navçeya me di holê de ye, em navçeyeke ku 100 kîlometreyan ji Xarpêtê dûr in. Ji aliyê xizmetê ve li gorî navçeyên din dewlet ji vir re xizmetê nake. Kêmasî pir in, em li benda xizmetê ne. Tesîsa me ya parzîna avê, sîteya senayiyê nîne, bêkarî zêde ye, nifûsa navçeya me her ku diçe kêm dibe. Rêveberî ji bo vê derê xizmeteke baş nake.”   ‘DEM PARTÎ PARTIYA PERGALÊ NÎNE’    Mele Huseyîn Akdenîz jî wiha got: “Daxwaza me ya ewil ew e ku şaredarên me ji me re xizmetê bikin. Diyar e ku em ê deng bidin kê, em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. DEM Partî ne partiya pergalê ye, partiya gel e. Li gorî min yekane partiya ku bêyî berjewendiyan li ber çavan bigire ji bo jinan ciwanan dixebite ye.”   Welatiyê bi navê Ozen Kaya jî wiha got: “Dema em çûn ser sindoqan, em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê, em ê dengê xwe bidin xwe. Ji bo ku em kurd in û herkesên li vir ji sedî 100 kurd in em ji bo hebûna xwe gelê xwe dengê xwe didin xwe. Em ê di 31’ê Adarê de serbikevin, îşelah şaredariyê dê gelê me qezenc bike. Divê gelê me xwedî li ziman, maf û çanda xwe derkeve.” Tekîn Ozbek jî bi lêv kir ku partiya desthilatê ji aliyê mafên mirovan ve têk çûye û got: “Em ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin xwe.”   ‘EM BI HÊVIYA KU PERGALÊ BIGUHERÎNIN DIÇIN SER SINDOQAN’    Delal Aytekîn, bi lêv kir ku ji bo ku pergal were guhertin dê biçe ser sindoqê û got: “Partiya me diyar e, em dengê xwe didin partiya niha bi navê DEM Partî. Em bi salan e, matmayî neman, em ê ji niha şunde jî matmayî nemînin. Ji ber polîtîkayên xerab, li navçeya me ciwan neman, ji xwe tişta pergalê jî dixwest ev bû. Em bi hêviya ku vê pergalê biguherînin diçin ser sindoqan.”   Remziye Kiliç a anî ziman ku ji bo vîna xwe ya hatiye xespkirin diçin ser sindoqan û got: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Dep navçeyeke welatparêz e, divê em xwedî li avaniya vê navçeyê derkevin. Bila ciwanên me neçin derveyî welat. Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. DEM Partî partiya me ye. Em ê li pey vîna xwe bin.”   MA / Şîlan Çîl