Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir 2024-02-21 11:40:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk Akre ya Dihokê bi balafiran bomebaran kir. Di êrişê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.    Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk şevê din êrişî gundê Kafiya yê bajarokê Dînartê yê navçeya Akre ya Dihokê kir. Hat zanîn ku di êrişê de pêşmergeyê bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Omer Elî (68) jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de aqûbeta 2 kesên li cem pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dayîn jî nehat zanîn.    Hat zanîn ku pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dayîn di dema bombebaranê de li nav baxçeyên xwe yên li quntarê Çiyayê Siyarê yê li gundê Kafiyayê bûn. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku li cem 2 pêşmergeyan, her wiha 2 hevalên wan jî pê re bûn. Lê belê saziyên tenduristî û elwekariyê yên girêdayî PDK’ê têkildarî aqûbeta her du kesên din de tu daxuyanî nedan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 2015’an heta niha di encama êrişên dewleta tirk de herî kêm 152 sivîl hatin qetilkirin û 228 sivîl jî birîndar bûn.    PDK’ê heta niha jî têkildarî komkujiya li Dînartê tu daxuyanî nedane.