Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin 2024-02-21 12:02:27   AMED - 6 rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ku li Tirkiyeyê xebatan dimeşînin, ji bo rojnamevana girtî Dîcle Muftuoglû were berdan, bang li saziyên navneteweyî kirin.    Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyê ya Tirkiyeyê ya girêdayî DÎSK’ê (DÎSK Basin-Îş) û Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) ji bo rojnamevana girtî ya xelat girtî Dîcle Muftuoglû were berdan, banga kampanyayê li saziyên navnetewî kirin.    Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan metna bangê ya amadekirin ji rêxistinên çapemeniyê û mafên mirovan ên li qada navnetewî xebatan dimeşînin re şandin.     DI ROJA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YA CÎHANÊ DE HATE GIRTIN    Di metnê bangê yê kampanyayê ku rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ji saziyên navnetewî re şandin de ev tişt hatin gotin: “Rojnamevana xelat girtî Dîcle Muftuoglû, weke Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê bi xebatên xwe yên binirx yên li qada rojnamevaniyê tê nasîn. Muftuoglû di 3’yê Gulana 2023’yan Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hate girtin û şandin girtîgehê.    Dîcle Muftuoglû di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de di 29’ê nîsana 2023’yan de li Amedê hate binçavkirin. Derbarê Muftuoglû ya nêzî 10 meh in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin de bi îdiayên ‘endamtiya rêxistina derqanûnî’ û ‘rêvebirin û avakirina rêxistina derhiqûqî’ îdianame hate amadekirin. Lê dema me îdianame lêkolîn kir di îdianameya ji 43 rûpelan pêk tê de di 41 rûpelan de tenê yek sûcdarî jî li dijî Muftuoglûyê nîne.    DI HER DU DANIŞÎNAN DE BÊHINCET NEHATE BERDAN   Di danişînên 14’ê kanûna 2023’yan û 18’ê çileya 2024’an pêk hatin de derket holê ku di çarçoveya dosyayê de ji bilî xebatên rojnamevaniyê çi çalakî û xebatên Muftuoglûyê nînin. Li Tirkiyeyê hemû raya giştî di ferqa zêxtên li dijî rojnamevanên kurd e. Muftuoglû tenê yek ji wan rojnamevana ye ku gelek caran hatine girtin û darizandin û di bin zextan de ne. Lê tê dîtin ku bi girtina dem dirêj cezayekî ne diyar lê hatiye birîn. Di her du danişînan de jî tevî ku ji bo di girtîgehê de nemîne tu delîlên tê re bikin tune bûn jî nehate berdan.    Dîcle Muftuoglû dê di 29’ê sibatê de cara sêyemîn derkeve pêşberî dadger. Muftuoglû dema karê xwe dikir her tim rêgezên etîk ên rojnamevaniyê parastiye. Tevî zehmetiyên rojnamevaniyê jî peywîra xwe ya agahdarkirina rayagiştî bi awayekî fedakarî domandiye. Ji ber vê xebata wê ji aliyê Free Press Unlimited ku navenda wê li Holandayê ye layiqî xelata ‘Rojnamevana Herî Berxwedêr’ hate dîtin.    ÊRIŞA LI DIJÎ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ    Girtina Muftuoglû ya ji ber pîşeyê rojnamevaniyê ne tenê êrişeke li dijî wê di heman demê de êrişeke cidî ya li dijî nirxên bingehîn ên azadiya çapemeniyê û demokrasiyê ne. Di vê çarçoveyê de em bang li we dikin ku ji bo parastina mafên Dîcle Mûftûoglû û hemû rojnamevanan gavan biavêjin û ji bo derbaskirina van sûcdariyên pûç bibin alîkar. Em li bendê ne ku berî ku Muftuoglû ya di 29’ê sibatê de bê darizandin ji bo azadiya wê kampanyayeke navnetewî bidin destpêkirin. Em dixwazin bê zanîn ku rojnamegerî parçeyekî demokrasiyê ku jê nayê veqetandine û parastina rojnamegeran tê wateya parastina azadiya ramanê û demokrasiyê. Divê doza Dîcle Muftuoglû û dozên heman ên rojnamevanên din li ber çavan bên girtin û tişta pêwîst bê kirin.”   Di metna bangê de du raporên cuda yên ku Yekeya Hiqûqê ya MLSA’yê û parêzer Resûl Temûr derbarê Muftuoglû de amade kirine hatin parvekirin. Her wiha rapora ku Yekeya Hiqûqê ya MLSA’yê derbarê dozê de amadekirî jî di metnê de cih girt.