Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir 2024-02-21 12:03:01   NAVENDA ÛÇEYAN - Piştî hevdîtinên dewleta tirk ên li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê, artêşa Iraqê ber bi çoltarê Dihokê ve sewqiyata leşkerî kir.    Yekîneyên Tugaya 4’emîn ên girêdayî Artêşa Muhafizên Sînor a Iraqê duh di saetên şevê de ber bi gundê Serzêrî yê Dihok a Herêma Federe ya Kurdistanê ve dest bi sewqiyeta leşkerî kir.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî ber bi gundê Serzêrî yê navçeya Kanîmasî ya Dihokê ve ketin rê. Di dîmenên hatine parvekirin de jî gelek wesayîtên bizirx ên alaya Iraqê li ser bûn xuya dikin.    Balkêş e ku sewqiyeta leşkerî ya behsa xeberê piştî hevdîtinên dewleta tirk ên bi Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêk hat. Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler di hefteyên dawî de li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê gelek hevdîtin kirin. Di heman demê de bi rêveberên PDK’ê re jî hevdîtin kirin. Piştre jî Serokê Heşdî Şabî Falih Feyyad hate serdana Enqereyê.