Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin 2024-02-21 12:08:31   DÎLOK - Di doza Apartmana Gozdeyê de ku 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin.    Di erdheja 6’ê Sibatê ya Dîlokê de Apartmana Gozdeyê ya li navçeya Islehiyeyê hilweşiya bû û 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî mijarê doz hatibû vekirin û 4’emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Islehiyeyê hate lidarxistin. 5 bersûcên bi sûcê “bi qisûriya xwe ya bizanebûn re bûn sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” tên darizandin, te li danişînê nebûn. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û parêzerên aliyan di danişînê de amade bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ji parêzerên malbatên mexdûr Ergîn Sozen parastin kir.    Sozen, têkildarî darizandinên berê mînak pêşkeşî şandeya dadgehê kir û xwest ku bersûc ji sûcê “Qesda bizanebûn” bên darizandin. Her wiha Sozen, xwest ku ji ber kêmaniyên di rapora kesê pispor de ev rapor dîsa bê amadekirin, ji Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) muzekere were nivîsandin û jê were pirsîn bê ka derheqê Apartmana Gozdeyê de rapor/girtek amade kirine yan na, ji ber ku di dosyayê de rapora etûta zemîn nîne lewma di vê xisûsê de lêkolîn were kirin û xwe li benda lêpirsîna derheqê peywirdarên cemaweriyê de bigirin.    Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe da. Şandeyê, tevahiya daxwazên parêzeran red kilr û danişîn taloqî 5’ê hezîrana 2024’an kir.    TU BERSÛC NEHATINE GIRTIN    Piştî karesatê, Serdozgeriya Komarê ya Islehiyeyê lêpirsîn dabû destpêkirin û têkildarî bersûcên girtî mitehidê avahiyê Alî Ş. û berpirsyarê bicihanîna teknîkê Seyfettîn K. û bersûcên bi şertê kontrola edlî dihatin darizandin Devrîm Y., Îbrahîm Ç. û Kamîl Ç. de îdianame amade kir. Bersûc bi sûcê “Bi qisûriya bizanebûn bûn sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” hatin darizandin û ji 2 sal û 8 mehan heta 22 sal û 6 mehan ceza hat xwestin.    Di danişîna berê de tevahiya bersûcan hatin tehliyekirin û tevdîra kontrola edlî ya derheqê bersûcan de jî hatibû rakirin.