Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin 2024-02-21 12:30:35   STENBOL - Di Doza Geziyê ya jinûve hate lidarxistin de biryara şertên kontrola edlî ya Mucella Yapici, Alî Hakan Altinay û Yîgît Alî Ekmekçî hate rakirin.    Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, 18 sal cezayê ku Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê ji ber çalakiyên Parka Geziyê di 25'ê Nîsana 2022'yan de li Alî Hakan Altinay, Yîgît Alî Ekmekçî û Ayşe Mucella Yapici hatibû birîn xera kiribû. Danişîna Doza Altinay, Ekmekçî û Yapici jinûve tên darizandin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin.    Dadgehê li gorî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind dabû tevgeriya û biryara şertê kontrola edlî ya derbarê Altinay, Ekmekçî û Yapici de rakir.    Heyeta dadgehê biryar da ku ji Miduriyeta Polîsan a Stenbolê re binivîsîne û bipirse ka di dema protestoyên Parka Geziyê de qeydên Mobeseyê hene yan na û ji Serdozgeriya Komarê ya Komarê bipirse ka li dijî bersûcan ji ber binpêkirina Qanûna Hejmara 2911’an lêpirsîn hatiye vekirin yan na.   Danişîn taloqî 22’yê Gulanê hate kirin.