Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan 2024-02-21 12:51:47   ENQERE - Endamê MYK’ê û Hesabgirê Giştî yê HDP’ê yê berê Omer Onen hate berdan.    Danişîna doza endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Hesabgirê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Omer Onen, li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Onen ê di çarçoveya “endamtiya rêxistinê” de tê darizandin, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de şahidên vekirî û nepen hatin guhdarkirin. Onen jî têkildarî îfadeyên şahidan û sûcdariyên li ser wî parastina xwe kir û daxwaza berdana xwe kir. Li ser vê yekê şandeya dadgehê derbarê Onen de biryara berdanê da.