Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin 2024-02-22 12:28:09   STENBOL - Danişîna doza rojnameger Pelîn Ozkaptan hat lidarxistin. Danişîna dozê ji bo amadekirina mutalaayê hat taloqkirin.     Yekemîn danişîna doza rojnameger Pelîn Ozkaptan ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Ozkaptan û parezera xwe ya endama Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Emîne Ozhasar di danişînê de amade bûn.    Danişîn piştî diyarkirina nasnameyan dest pê kir û tevî Ozkaptan, parêzera wê Ozhasar jî parastin kir. Ozkaptan a ji ber nûçeyên amade kiriye tê darizandin destnîşan kir ku rojnamegerî û nûçeyên ku wê çêkirine nabin mijara  “sûcdarkirinê."    DÊ MUTALAA WERE AMADEKIRIN    Şandeya dadgehê xwest dozger mutalaayê jinûve amade bike û danişîn taloqî 28’ê gulanê kir.