Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn 2024-02-22 13:17:31   AMED - Rojnameger Derya Ren piştî girtinê ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê û li vir muayeneya destkelemçekirî lê hat ferzkirin. Rojnameger Ren jî derheqê polîsan de serlêdana sûc kir. Dozgeriyê ji bo serlêdanê biryara neşopandinê da.   Rojnameger Deryan Ren di 25’ê cotmeha 2022’yan de li Amedê hate binçavkirin û bi hinceta cezayê wê yê teqezbûyî hate girtin. Dema rojnameger Ren ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî, muayeneya destkelemçekirî lê hate ferzkirin. Ren, derheqê polîsên ku kelemçeya di destê wê de venekirin li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kiribû. Serdozgeriyê jî têkildarî serlêdanê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da.    Di biryarê de hat destnîşankirin ku tiştên rojnameger Ren di serlêdanê de diyar kirin di asta “îdiayê” de ne û polîsên behsê xeberê ev gilî red kirine. Dozgeriyê îfadeyên polîsan esas girt û biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da.