Dayikên Şemiyê dê ji ber çalakiya xwe ya hefteya 95'emîn bên darizandin 2024-02-22 19:34:03   STENBOL- Der barê Dayikên\Mirovên Şemiyê de bi sedema çalakiya hefteya 950’emîn biryara darizandinê hat dayîn. Danişîna ewil wê di 27’ê Sibatê de li 39’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê bê lidarxistin   Der barê Dayikên\Mirovên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe çalakiya runiştinê pêk tînin, biryara qedexeya siyasî hat xwestin. Dozger, der barê dayikên şemiyê yên di çalakiya hefteya 941’emîn a di 23’ê Nîsan a2023’an hatibûn binçavkirin diyar kiribû ku civîn û xwepêşendan mafên fikr û ramanê ye. Li aliyê din dozgeriyê ji bo çalakiya hefteya 950’emîn heman îfade bikarneanî û xwest ji ber çalakiya hefteya 950’emîn bên darizandin.   Dozger îdianame der barê hefteya 950’emîn de amade kir û xwest dayik-mirovên şemiyê bên darizandin.   Danişîna ewil wê di 27’ê Sibatê de li 39’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Stenbolê bê lidarxistin.