ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2024’AN 2024-02-23 09:00:08   * Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvist anî ziman ku divê pozîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di çareseriyê de baş bê fêmkirin û got: "Dê bi çareseriyê her kes bi ser bikeve. Lewma divê em hemû israrker bin."    * Mîraç Çerçel a ku qeyûmê Şaredariya Êlihê bi hinceta "veguherîna bajêr" dixwaze wî ji mala wî derxe, anî ziman ku bi pereyê ku qeyûm dixwaze ji bo xaniyê wî yê duqatî û dikana wî bide, nikare axurekî jî çêbike.    * Ji bo "Mitînga Azadî û Demokrasiyê" dê ji 39 navçeyên Stenbolê bi wesayîtan welatî bên veguhastin. Rêvebera DEM Partiyê yê Rêxistina Stenbolê Ekîm Devrîm Çapartaşê got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 25'ê Sibatê de li Qada Esenyurtê xwedî li mîtînga azadiyê derkevin."   * Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku armanca AKP’ê ya ji Pakêta Darazê ya 8’emîn “reform” nîne û wiha got: “Ev pakêt amûreke ku xizmetê ji pêvajoya siyasî re dike.”    * DEM Partî dê li gelek bajaran di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çalakiyan li dar bixe. (10.00-16.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê û Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî dê li Şirnexê bi gel re bê gel hev. (10.00-17.00) ZINDÎ   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)