Amadekariyên 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê' didomin 2024-02-23 09:00:52 STENBOL- Ji bo "Mitînga Azadî û Demokrasiyê" dê ji 39 navçeyên Stenbolê bi wesayîtan welatî bên veguhastin. Rêvebera DEM Partiyê yê Rêxistina Stenbolê Ekîm Devrîm Çapartaşê got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 25'ê Sibatê de li Qada Esenyurtê xwedî li mîtînga azadiyê derkevin."  Rêxistina Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca piştgirîkirina Meşa Azadiyê ya Mezin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdê de di navbera 1-15'ê Sibatê de pêk hat, dê di 25'ê sibatê de li Qada Esenyurtê "Mitînga Demokrasî û Azadiyê" li dar bixe. Amadekariyên mitîngê didomin.    Di vê çarçoveyê de li navçeyên Stenbolê 200 hezar belavok hatin belavkirin. Rêxistina bajêr bi serdanên dikandaran amadekariyên mitîngê didomîne. Her wiha dê ji 39 navçeyên Stenbolê bi wesayîtan welatî ber bi qada mîtîngê ve bên veguhastin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê di mitîngê de biaxivin. Her wiha di mitîngê de li Qada Esenyûrtê burooya hilbijartinê jî bê vekirin.        Rêvebera DEM Partiyê ya Stenbolê Ekîm Devrîm Çapartaşê bal kişand ser girîngiya mitîngê û der barê amadekariyan de agahî da.   RÊYA SÊYEMÎN   Çapartaşê diyar kir ku amadekariyên mitîngê bênavber dewam dikin û got ku di mitîngê de dê demokrasî û azadî bibin daxwazên sereke. Çapartaşê anî ziman ku mitîng ne li derî "Meşa Azadiyê ya Mezin" e ku li Kurdistanê ji du milan ve dest pê kir û li Amarayê bi dawî bû û got ku mitîng wê bibe mitîngeke ku Stenbolê hembêz bike. Çapartaşê wiha got: “Meşa Azadiyê ku ji aliyê gelê me û parlementerên me ev pêk hat, ji bo her kesî gelekî berhemdar bû û vejînek pêk hat. Me mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ wekî honaka stratejiya xwe ya ‘Rêya Sêyemîn’ sêwirand."   BANGAWAZΠ   Çapartaşê anî ziman ku di çarçoveya xebatên mitîngê de derî bi derî digerin û li her derî dixebitin û got ku tax bi tax xwe digihînin gel. Çapartaşê ji bo beşdariya li mitîngê wiha bang kir: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 25'ê Sibatê de li Qada Esenyûrtê xwedî li mitînga azadiyê derkevin."