Li Qilêbanê ji cerdevanan hat xwestin ku tev li êrişên li dijî Zapê bibin 2024-02-23 11:03:41   ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê xwest cerdevanên navçeya Qilebanê tev li êrişa li dijî Zapê bibin û gef li cerdevanên li dijî vê derketin xwariye.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin; Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê ferman da cerdevanên gundên Herdîş, Mergeh, Elemûn, Bêjûh û Kirorê yên girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ku tev li êrişên li dijî herêma Zapê bibin. Çavkaniyan da zanîn ku gef li cerdevanên li dijî vê derketin hatiye xwarin û ji wan re gotine; “Çekên xwe bînin û teslîm bikin.” Çavkaniyan got ku cerdevanên li dijî vê gotinê derketin ji fermandariyê re gotine: “Werin hûn bi xwe çekên xwe bistînin.”