Mûtlak Tozûn ê bişert hatibû berdan rakirin beşa lênerîna awarte 2024-02-23 15:36:11   ÎZMÎR - Tedawiya Mûtlak Tozûn ê piştî 30 salan hatibû berdan ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê dijiyan rakiribûn nexweşxaneyê, li beşa lênêrîna awarte didome.    Girtiyê 30 salan Mûtlaq Tozûn ê ji ber li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê aciz bû rakiribûn nexweşxaneyê, di 21’ê sibatê de wergirtin beşa lênêrîna awarte. Tedawiya Tozûn ê bêhna wî teng dibe li vir berdewam dike. Li gorî agahiya bijîşkan piştî lêkolînkirina perçeyê di 1’ê sibatê de bi endoskopiye ji laşê wî wergirt dan, hate zanîn ku di rûviyên stûr ên Tozûn de penceşêr heye û penceşêr ber bi pişên wî ve diçe.    ÇI BÛBÛ?   Tozûn ê di sibeya 18’ê kanûnê de li qawişê ji ber ji ser hişê xwe çû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akhîsarê, 3 rojan li vir hate dermankirin, di encama tetkîkên hatin kirin de di laşê wî de girêkek tespît kirin. Ji ber nexweşxaneya li vir tê re nekir, Tozûn di 18’ê çileyê de sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Îzmîrê kirin. Tozûn ji 18’ê çileyê ve li vir tedawî dibîne. Di dema tedawiya Tozûn berdewam dikir de parêzerên wî j iber pirsgirêkên tenduristiyê ji bo berdana wî serlêdan kirin. Di encama serlêdanê de Tozûn di 25’ê çileyê de bişert hate berdan. Di encama tetkîkên li vir hatin kirin, hate tespîtkirin ku Tozûn bi nexweşiya penceşêrê ketiye û li laşê wî belav bûye. Di 1’ê sibatê de ji laşê Tozûn bi esdoskopiyê perçe hate wergirtin.