Li Gemlîkê bi pileya 4.1 erdhej çêbû 2024-02-23 15:40:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gemlîk a Bûrsayê bi pileya 4.1 erdhej çêbû.    Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku di saet 15.14’an de li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bi pileya 4.1 erdhej çêbû. Hate diyarkirin ku erdhej di 10.86 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.    Erdhej li Gemlîkê bû sedemê tirsê. Li navenda Bûrsayê û Orhangazî jî bi erdhejê hesiyan.