ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-26 09:00:11   * Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahatîn Bîlgîn, diyar kirin ku ew ê li Semsûrê li dijî şaredariya rantê şaredariya gel ava bikin û gotin: “Em ê ji bo gelê xwe projeyên xwe yên herî baş pêk bînin. Werin em bi hev re Semsûra herî xweş ava bikin."   * Namzetên DEM Partiyê yên Stewrê Selahattîn Onder û Hatîce Oncu, destnîşan kirin ku dê di çarçoveya daxwazên gel de xebatan bimeşînin û diyar kirin ku dixwazin bi avakirina qadên îstîhdamê pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin.    * Koordînatora Weqfa Luxemburgê Alex Wiscnewski, bi lêv kir ku jin xwedî li mîrateya Rosa Luxemburgê li du xwe hiştiye derdikevin û wiha got: “Têkoşîn bi hemû cudahiya xwe gerdûnî bû.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan daye destpêkirin dê berdewam bike. (11.00 - 17.00)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê li navçeyên Mêrdînê bi gel re bê bahev. (11.00 - 15.30)     * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00 - 18.00)    * Rêxistinên sivîl ên civakî yên li Amedê dê têkildarî çareserkirina meseleya kurd li avahiya DTSO’yê daxuyaniyê bidin. (12.00)    * Rojnamevan Rohat Aktaş ê dema qedexeya derketina kolanan de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate qetilkirin dê li ser gora xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê were bîranîn. (13.00)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Stenbolê tev li Nobeta Edaletê û hevdîtina bi gel re bibe. (13.00 - 14.00) ZINDÎ