Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne 2024-02-26 11:49:54 XARPÊT - Di kana madenê ya li navçeya Paloyê ya Xarpêtê de hezaz çêbû û 4 karker di bin axê de man. 2 karkerên di bin hezazê de hatin xelaskirin xebata ji bo 2 karkerên din hatiye destpêkirin, hêj berdewam dike.     Li navçeya Palo ya Xarpêtê di kana madenê ya kromê de hezaz çêbû. Li gorî agahiyên ewil 4 karker di bin axê de man. Ji 3 karkeran yek bi derfetên xwe xelas bû û ji bo karkerên din tîmên xelaskirinê sewqî herêmê hatin kirin.    Têkildarî hezazê AFAD'ê daxuyanî da û wiha got: “Li Herêma Alacakaya ya Xarpêtê hezaz çêbûye û li gorî agahiyên ewilî gihiştine ber destê me 3 karker di bin axê de mane. Tîmên AFAD'ê, agirkujiyê, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.”    Walî Omer Toraman jî daxuyanî da û wiha got: “Di kana kromê de hezaz çêbû. Ji 4 karkeran yek jê hate xelaskirin. Rewşa tenduristiya karkerê hatiye xelaskirin, baş e. Xebatên ji bo xelaskirina 3 karkerên din hatine destpêkirin, hêj berdewam dikin.”