Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were 2024-02-26 14:26:41 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di bernameya danasîna namzetan a li Sûltanbeyliyê de axivî, wiha got: “DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li qada bajêr a li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê namzetên xwe dan nasîn. Ji bilî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî jî tev li danasîna namzetan bûn. Bi sedan endamên partiyê yên beriya hevdîtinê hatin qadê, bi stranên kurdî govend gerandin. Girseyê her tim bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” dirûşm berz kirin.    BEŞTAŞ: EM BAYÊ DEMÊ BIWEZÎNIN    Hevdîtin bi silavkirina namzetên Hevşaredariyê yên Sûltanbeyliyê yên DEM Partiyê FîlîZ Aydin û Haci Erbek dest pê kir. Fîlîz Aydin wiha got: “Em bi îdia ne, em ê serbikevin.” Pişt re danasîna namzetên hevşaredariyê yên Herêma 1’emîn ên Stenbolê hate kirin.    Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku di nava pirsgirêkên herî mezin ên Stenbolê de xizanî, bêkarî û birçîbûn heye û wiha got: “Mîna li bajarên kurdan li Stenbolê jî li navçeyên wê jî cihekarî heye. Em dizanin ka çend hevalên me dikarin li Sûltanbeyliyê biçin şanoyê sînemayê. Hem aliyê aboriyê hem jî wekî din şansê we tune ye ku hûn biçin.”   Beştaş a got ku “Em ê Stenbolê bi hev re biguherînin’ ev tişt gotin: “Em ê DEM Partiyê nîşanî kesên DEM Partiyê nîqaş dikin bidin. DEM Partî li vî welatî garantiya aştiyê ye. Niha jî em dibêjin ku li Stenbolê dema DEM’ê, azadî û edaletê ye. Em ê kesên daxwazên me paşguh dikin û me nas nakin re bêjin ‘em jî we nas nakin’. Em ê wan nas nakin. Li her derê Stenbolê heta 31’ê Adarê em bayê DEM’ê biwezînin.”   ÇEPNÎ: EM Ê LI STENBOLÊ QEZENC BIKIN    Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Stenbolê Mûrat Çepnî jî wiha got: “Pirsgirêka me azadî ye, demokrasî ye. Em dikarin vê ava bikin û bi biryar in ku ava bikin. Em li Stenbolê bi xwedî îdia ne, em ê li Stenbolê serbikevin. Ji niha ve bila serkeftina me li gelên me pîroz be. Serkeftin dê bibe azadî.”   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bal kişand ser mitînga ku duh li Qada Esenyûrtê li dar xistin û wiha got: “Mîtînga demokrasiyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û ji holê rakirina tecrîda Îmraliyê bi beşdariya bi deh hezaran kesî pêk hat ji tevahiya Tirkiyeyê û cîhanê re got, 'Kurd li vir in û çareseriyê dixwazin'.”   ‘DEM PARTÎ DÊ JI STENBOLÊ WERE’    Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de wiha got: “DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol dê ji DEM Partiyê were. Hûn hene ku kampanyayeke hilbijartinê ya wiha bi hev re birêxistin bikin? Stenbol bajarekî wiha mezin e ku hemû gel û baweriyên li Tirkiyê hembêz kiriye û malovaniya wan kiriye. Di vê kampanyaya hilbijartinê de ne tenê hilbijartin, em di heman demê de bi rêxistinkirina DEM Partiyê, xwe gihandina girseyan û ravekirina paradîgmaya me ya Komara Demokratîk re rû bi rû ne. Weke gelê Sûltanbeyliyê hûn amade ne bi şev û roj bixebitin ji bo vê yekê? Hûn amade ne ku li dora namzetên me bibin xelek, bixebitin da ku ji xaniyekî ku me ziyaret nekiriye, deriyekî ku me lê nexistî ye nemîne?”   ‘XIYANETA HERÎ MEZIN DESTHILATÊ LI STENBOLÊ KIRIYE’    Hatîmogûllari, got ku “Xiyaneta herî mezin desthilatê li Stenbolê kiriye” û wiha got: “Deshilat dibêje ku ‘Me xiyanetî Stenbolê nekir’ Ev gotin bi awayekî vekirî li xwe mikurhatine. Îro xizaniya herî mezin li Stenbolê dijî. Pirsgirêka herî mezin a hewînê, kirêyên zêde li Stenbolê hene. Ya ku Stenbol evqas xizan kir û pêşkeşî sermayeyê û alîgirên xwe kir, desthilata AKP’ê bi xwe ye.”   ‘ÇÛNA WE DÊ NE BI MONTAJÊ DÊ RASTÎ BE’    Hatîmogûllari, ya projeya desthilatê ya “Qenal Stenbolê” rexne kir wiha got: “Em hene ku Qenal Stenbolê nedin çêkirin. Em hene ku Stenbolê bikin Stenboleke ku mirov bikare lê bijî.” Hatîmogûllari, wiha domand: “Li ser ekranan bêyî DEM’ê DEM Partî tê nîqaşkirin. Tê nîqaşkirin ku ka DEM Partî piştevaniya kê dike ya kê nake. Em ji wan re dibêjin ku DEM’ê bê DEM nîqaş nekin. Heke hûn wêrek bin, namzetên me, nûnerên me derxînin ser wan ekranên televizyonan em di rûniştinan de nîqaş bikin. Niha jî hewl didin bi vîdeoyeke montal DEM Partiyê reş bikin. Yek ji karê herî girîng ê desthilatê ew e ku ferasetê ava bike û vê jî bi ser DEM Partiyê dike. Em jî wan re dibêjin ku kesên ji vîdeoyên montaj hevî dikin, ferasetê ava dikin, siyaset û sozên we jî montaj in. Em ji vir soz didin, çûna we dê ne bi montajê rastiyê be.   TIFAQA ME TIFAQA GEL E    Tifaqa me ne tifaqa JÎTEM’ê ye. Tifaqa me qet ne bi kesên ku li ser xwînê siyasetê dikin, yên ku kurdan û jinan ji nedîtî ve tên û yên ku demokrasî û hiqûqê binpê dikin re nîne. Tifaqa me bi jinan, ciwanan, karkeran, kedkaran, gelê kurd, gelê tirk, ermen, azerî, laz, çerkez bi hemû gel û baweriyan re ye. Navê tifaqa me tifaqa gel e. DEM Partî di pirsgirêkên tîne ziman de partiyeke çareserî û projeyan dihilberîne ye.    EM Ê BI HEV RE ÇARESERIYÊ BIAFIRÎNIN   Em ê li dijî van bi hev re çareseriyê hilberînin. Meseleya kurd ne meseleyeke ji hilbijartinê heta hilbijartinê were bibîrxistin. Meseleya kurd meseleyeke statuyê ye û divê herkes bi awayekî cidî ji bo çareseriya vê meseleyê destê xwe deyne bin kevir û projeyên xwe aşkere bike. Em weke DEM Partî ji bo çareseriya meseleya kurd hem bangên xwe yên diyalogê hem projeyên xwe li her derê vegotin, em ê vegotina wan bidomînin.”